• Tuesday, 23 April 2024
logo

Serokwezîr daxwaz ji Keldanan dike rola xwe bilîzin

Gulan Media November 27, 2022 Nûçe
Serokwezîr daxwaz ji Keldanan dike rola xwe bilîzin

Daxwaz ji wan dike vegerin Kurdistanê.

Me pêşwaziya şandeke bilind ya Yekîtiya navnetewî ya Keldanî bi Serokatiya birêz Sam Yono kir ku, ji nunerên diyasporaya Keldanî li Bakûrê Amerîka û Ewrûpayê, Keldanên Îraq û herêma Kurdistanê pêk hatibû.

Serokê Yekîtiya navnetewî ya Keldanî stayîşa pêşkeftin, awedanî û bihevre jiyana aştiyane li herêma Kurdistanê kir û piştîvaniya diyasporaya Keldanî ya li derveya welat jî bo hikûmeta herêma Kurdistanê û beşdarî kirin di prosesa geşe pêdana herêma Kurdistanê de diyar kir.

Me jî spasiya Yekîtiya navnetewî ya Keldanî kir û tekez li ser vê yekê jî kir ku, herêma Kurdistanê berdewam dibe li ser pêşde birina zêdetir ya çanda bihevre jiyan, azadiya olî û parastina mafên tevahiya pêkhateyan û me herwiha daxwaz ji diyasporaya Keldanî û Mesîhiyan ya li derveya welat kir ku, vegerin herêma Kurdistanê û roleke xwe ya çalak bo pêşxistina Kurdistanê bilîzin.

Top