• Friday, 19 April 2024
logo

Li Bakurê Kurdistanê di salekê de 117 jin hatine kuştin

Gulan Media November 26, 2022 Civakî
Li Bakurê Kurdistanê di salekê de 117 jin hatine kuştin

Sebaret bi 25ê Mijdarê 'Roja Rûbirûbûna Tundûtîjiya Li Dijî Jinan a Cîhanî' Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê rapora ku eşkerekirin de jî diyarkirine ku li tevahîya bajarên Bakûrê Kurdistanê di nav salek de 117 jin di encamên êrîş û bûyerên cûda cûda de canê xwe jidest dane.

Li Amedê qurbaniya herî dawî a tundiya li ser jinan Meryem Sevîm a 21 salî bû ku berî niha du hefteyan ew ji aliyê hizkiriyê xwe yê berê Mûsa Sevîm ve bi neh guleyan hatîbû qetilkirin.

Hulya Kûrmûş xwişka Meryem Sevîm a ku hat qetilkirin got “Heta ku kiryar neyên cezakirin hîn dê gelek Meryem û Hêlîn werin kuştin. Yanî divê kuştin ewqas hêsan nebe, wellahî divê ewqas hêsan nebe. Yanî heta kengî pîrek dê awha werin kuştin û em ê jî ji têlevîzyonan temaşe bikin.”

Niha diya wê Muhbet û xwişka wê Hulya bi çevên girî û bi dilek tije li wêne û vîdyoyên wê dinhêrên û şîna wê digerînin, lê li aliyek din ji ber ku hêj kujerê Meyremê nehatiye destersekirin ew bi hêrs û gilîdar in.

Muhbet Sevîn dayîka Meryem Sevîm dibêje “Ma ka yeka wek qîza min hat kuştin çi sûcê wê hebû. Qîza min biçûk bû, qîza min kulîlka mala min bû, qîza min hîna ber miraz bû, qîza min bi mirazê xwe şad nebû. Mîrazê qîza min çû axê bi axê şad bû.”

Li gorî amarên Tora Têkoşîna Tundîtûjîya li Dijî jinan ji 20ê mijdara 2021ê heta 20ê mijdara 2022an de li amedê 1901 jinî serlêdan li navendên ewlehî û navendên mafê jinan dane û gilî û derbarê tundûtûjiya li ser xwe gilî tomar kirine her waha li gorî heman raporên ku hatin belavkirin di nav salek de li Amedê 3 jin hatine qetilkirin, kuştina 6 jinan bi guman hatiye dîtin, 4 jin jî ji êrîşa bi armanca kuştînê bi saxî xilas bûne.

Endama Komîsyona Jinê ya Komeleya Mafên Mirov got “Bi polîtîkayên ku em wek polîtîkayên şer binav dikin li herema me li hember jinê şer û qetlîam derketine astek gelek metirsîdar. Ew kesên ku bi dijminên Kurd û jinan re hereket dikin û bi taybet ji bo vê heremê tên şandin û ha bi ûnîforma bin ha jî sivîl bin bi erka mêrên ku erkdarin û bihêzin, laş, ziman, nasname û hebûna jinan hedef tê girtin.”

Kordînatora Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Gewriye Atlı anî ziman “Em ji bo tundiya li ser jinan hatin vir. Lê nahêlin jin werin ba hev jî.”

Parêzer Asli Pasînlî diyar kir “Di rojek wiha de ev biryara qedexeyê jî nîşaneya helwesta wan ya li hember tundîtûjiya li ser jinane jî.”

Endama Komîsyona Mafê Zarokan a Baroya Amedê Gazal Bayram ragihand “Dûrketina ji polîtîkayên cezakirinê egera şiddet a li ser jînan zêdetir dike.”

Bi Boneya 25ê Mijdarê 25ê Mijdarê 'Roja Rûbirûbûna Tundûtîjiya Li Dijî Jinan a Cîhanî' di rapora ku ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Amedê va hatiye belavkirin de li bajarên Bakurê Kurdistanê yên ku herî zêde tundî li jinan dibin û her waha bajarên herî zêde lê jin hatine kuştin Riha, Dîlok, Xarpêt û Amed û Şirnex in. Li gorî heman raporê bajarên ku li ser kuştina jinên ku hatine qetilkirin guman zêde ne jî Wan, Riha, Amed û Mêrdîn in. Di wê raporê de hatiye eşkerekirin ku di nav salekê de li bajarên Bakurê Kurdistanê 117 jin di bûyer û êrişên cûda cûda de canê xwe jidest dane û her waha 34 jin jî birîndar bûne. Li gorî bilançoya wê raporê Li bajarên Kurdan di nav salekê de 11 jîn di encama întixarê de mirine, 5 jinan jî teşebusa întixarê kirine. Her waha di tundîtujî û  êrişa nav malbatî de herî kêm 38 jin hatine kuştin. Di erîşên nav civakî de 33 jin rastî destdirêjîya meran hatine û li bajarên bakûr li ser kuştina 49 jinên ku hatine kuştin jî guman hene.

 

Rudaw

Top