• Friday, 29 March 2024
logo

Pirtûka helbestvan Dexîl Garo derket

Gulan Media November 24, 2022 Hunerî
Pirtûka helbestvan Dexîl Garo derket

Pirtûka helbestvan Dexîl Garo ya bi navê “Bozinga Hişîn” derket.

Pirtûka Dexîl Garo ya bi navê “Bozinga Hişîn” ku ji 29 helbestan pêk tê, bi hevkariya Tora Medyayî ya Rûdawê derket.

Dexîl Garo dibêje vê berhema xwe diyariyê “jan û hezkirina di naxê min de” dikim.

Pirtûk ji 125 rûpelan pêk tê û dîzayna naverokê ji aliyê Eldînê Qûlo û dîzayna bergejî ji aliyê Dexîl Cano ve hatiye amadekirin.

Helbestvan Dexîl Garo bi xwe ji Şingalê ye û li Başûrê Kurdistanê dijî.

Ev jî beşek e ji helbesta “Leylana Bîrhatina”:

Li bozingeke hişîn de

Mala me

Ber bikûrahiya çolistanê ve

Diçû,

 

Li ser çoka daka min

Serê min

Li ber sîha silavgehên mirinê

Keziyên janeka zirav dihûnan,

 

Li çavê min ê xemgîn de

Lewlebk û hêlanên zaroka

Li nêv bagekîşkên

Beriyên bê dê û bab de

Winda dibûn

Top