• Thursday, 28 March 2024
logo

Çavê cîhanê îro li Mondiala 2022an a li li Qeterê ye

Gulan Media November 20, 2022 Corane
Çavê cîhanê îro li Mondiala 2022an a li li Qeterê ye

Îro Yekşemê Kupaya Cîhanî ya FIFA ya 2022an li Qeterê dest pê dike û heta 18ê meha bê dewam dike ku ji bo cara yekem li welatekî Ereb û Misilman tê lidarxistin.

Bi sed hezaran temaşevan ji welatên cuda yên cîhanê ji bo beşdariya di vê merasima cîhanî de ber bi Dohayê ve herikîn, di demekê de ku bi sed milyonan li seranserê cîhanê dê îro bi riya teleziyonan li lîstika destpêkê ya di navbera Qeter û Ekvadorê de temaşe bikin.

Dewleta Qeterê û Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) diyar kirin, hemû amadekarî temam bûne. Her wiha tekez kirin ku ev çap dê ji aliyên rêxistinî û şertên ji bo lidarxistina lîstikan bi teknolojiyên pêşkeftî û xizmetguzariyên ku dê ji bo cara yekem di dîroka Kupaya Cîhanî ya FIFA de werin bikar anîn, dîrokî û awarte be.

Duhî, Şemiyê, Parka Al Bidda li Dohayê merasîma fermî ya Festîvala Fanên Kûpaya Cîhanî hat vekirin û Serokê FIFA Gianni Infantino bi daxuyaniyekê dest bi festîvalê kir û xwest ku temaşevan ji çalakiyên Kûpaya Cîhanî ya Qeterê kêfxweş bibin.

Infantino got ku ev qehremaniya cîhanî derfetek e ji bo pêkvejiyana di navbera gelan de û ji bo belavkirina çanda futbolê li çaraliyê cîhanê.

Merasîma vekirinê îro Yekşemê di demjimêr di 17:30 de li stadyuma El-Beyt dest pê dike û dê 30 xulekan bidome.

Piştre jî li heman stadyumê ya li bajarê El-Xor ê Qeterê, pêşbirka destpêkê ya Mondiala 2022an di navbera Qeter û hevtaya wê ya Ekvadorî de were lîstin.

 

K24

Top