• Friday, 29 March 2024
logo

Di Pêşangeha Gastronomiyê de dan hat kutan

Gulan Media November 20, 2022 Hunerî
Di Pêşangeha Gastronomiyê de dan hat kutan

4emîn pêşangeha Gurme û gastronomiyê ya Mezopotamya li Diyarbekirê berdewam dike û tê de berhem û xwarinên heremî tên danasîn. Di roja pênc emîn ya pêşangehê de jî, çanda ‘Mîrkut’ ku wek destpêka hûnandin û çêkirina xwarina ye hat danasîn.

Di 4 emîn pêşangeha gastronomiyê ya Mezopotamyayê de, bi conî û mîrkut dan hat kutan û şîhîre û ecîn hatin amade kirin. Rêvebirên çalakiyê balê kişandin ku yekem car jiyana şaristanî li Mezopotamya destpê kiriye û şikeftên Hîra ku li Erxanî ya navçeya Diyarbekirêne jî yek ji wan çavkaniya despêka jiyana şaristanîyê ye.

Beşdara Çalakiya Danasîna Berhemên Çanda Diyarbekirê Munever Aslanxan ji K24ê re got: “Îro em şihîre dibirin, ev çan li gel me gelek qedîm e, ji beriya 150 salan ve em şihire dibirin. Em şihîran bi rûnê malê hevîr dikin, piştre diqelînin û herî dawî jî bi savar re têkildar dikin. Ew jî pir tam xweş dibe.”

Welatîyên ku serdana pêşangehê jî dikin, bi baladarî çalakiyê şopandin û baê kişandin ku ew çand berbi jibîr kirinê ve diçe loma jî, çalakiyên wiha watedarin.

Welatî Sevda Yilmaz dibêje: “Ez bi hevalên xwe re, hatim ku serdana pêşangehê bikim, ev çalakiya li pişt min jî gelek balkêş e. Berê li nav malan, bapîr û dapîrên me wiha xwarinan amade dikirin û wek her tiştekî çanda xwarina me jî siruştî bû. Di serdemên ku van xwarinan dihatin çêkirin, jin li malan diciviyan û hem xwarinan amade dikirin, hem jî sohbet dikrin. Ji bo dîtina nivşên nû çalakiyên wiha girîng in.”

Piştî mîrkut û brandina şihîran, ecîn jî hat amade kirin û ji bo beşdaran hat îkramkirin.

Pêşangeha gastronomiyê ya Diyarbekirê dê di 20’ê Mijdarê de bi dawî were.

 

 

K24

Top