• Saturday, 20 April 2024
logo

Welatekî Ewropî biryar da: Damezrênerê Thodex dê radestî Tirkiyê bê kirin

Gulan Media November 18, 2022 Corane
Welatekî Ewropî biryar da: Damezrênerê Thodex dê radestî Tirkiyê bê kirin

Dadgeha Albanyayê biryar da ku Damezrînerê Pereyê Krîpto Thodex Faruk Fatih Ozer radestî Tirkiyê were kirin.

Albanyayê biryar da ku Faruk Fatih Ozer, damezrînerê Thodex ku ji ber xapandina bi hezaran kesan bi riya danûstendina krîpto Thodex-ê dihat darizandin, radest bike.

Faruk Fatih Ozer ku navê wî di bultena sor a Tirkiyê de bû û dihat xwestin, di meha Tebaxê de li bajarê Vlora yê Albanyayê hatibû girtin.

Li gorî nûçeya NTVyê, di îdianameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê ve hatiye amadekirin de, tê diyarkirin ku kompanyaya bi navê Thodex ji aliyê Faruk Fatîh Ozer ve bi 400 hezar lîreyî hatiye avakirin.

Di rapora MASAKê ya ku di îdianameyê da cih girt, hat destnîşankirin ku Thodexê mişteriyên xapandiye.

Di rapora MASAKê de hat destnîşankirin ku ji 3 hesabên cuda yên di bin destê tometbar Faruk Fatîh Ozer de bi qasî 253 milyon û 714 hezar û 909 lîre pereyên krîpto hatine veguhestin û beşeke girîng a van veguhestinan ji bo hesabên malî yên krîpto yên tometbar Cem Uzunoğlu, Faruk Fatih Ozer û Zuhal Ozer li Pêşkêşvanê Karûbarên Crypto ku navenda wê ya bazirganî li Maltayê ye, hatine veguhestin.

Damezrînerê kompanyayê Faruk Fatîh Ozer ê ku di çarçoveya lêpirsîna Thodex de bi bultena sor dihat lêgerîn, di 20ê Nîsana 2021an de reviyabû derveyî Tirkiyê.

Di îdianameyê de tê gotin ku ji ber van sûcan 356 milyon lire zirar çêbûye.

 

Rudaw

Top