• Wednesday, 24 April 2024
logo

Serokê herêmê pîrozbayî li Êzidiyan kir

Gulan Media October 6, 2022 Nûçe
Serokê herêmê pîrozbayî li Êzidiyan kir

Cejna Cemayê li hemû xuşik û birayên Êzidî yên li Kurdistanê û li her dereka cîhanê bin bi germî pîroz dikim.

Hêvîdarim cejneka xweş û aram derbas bikin û cejn û bîrhatinên bên di rewşeka baştir da pîroz bikin.

Di demekî da ku Cejna Cemayê tê pîroz kirin, dilê me li cem wan malbat û xûşk û birayên me yên Êzdîne ku heta niha kesukarên wan revandîne û em wan dilrehet dikin ku heta revandiyek Êzdî ma, dê ji bo rizgarkirina wan û diyarkirina çarenivîsê wan xebatên me dê berdewam bin.

Cema li hemûyan pîroz be. Her sal bi xêr û xweşî be.

Serokê Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

06.10.2022

Top