• Friday, 29 March 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Rewşa mafên mirovan li Kurdistanê ji gelek welatên din baştire

Gulan Media October 6, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Rewşa mafên mirovan li Kurdistanê ji gelek welatên din baştire

Îro konferansek hate lidarxistin.

Îro pêncşem bi minasebeta derbasbûna yek sal bi ser ragihandine karnameya mafên mirovan ya hikûmeta Kurdistanê li Hewlêrê bi beşdariya Serokwezîr konferansek hate lidarxistin.

Di konferansê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, gelek kêfxweşe ku, îro di vê konferansa han de beşdare û nirxandina li ser cîhbicîh kirina plana yeksalî ya hikûmeta Kurdistanê ya bo mafên mirovan de tê kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku, ev plana han planeke giştgîr ya 5 saliye bo pêşde birin û parastina mafên mirovan di tevahiya waran de.

Parastin û pêşde birina mafên mirovan beşeke girînge ji karnameya kabîneya 9an, di warê parastin û pêşde birin û parastina çanda bihevre jiyana aştiyane ya di navbera tevahiya pêkhateyan.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku, bi vê minasebeta han careke din pêbendbûna hikûmeta herêma Kurdistanê bo parastin û pêşde birina mafên mirovan û azadiyan diyar dikim û lazime pêşî ji her cure tundî û cudatî di warê maf û azadiyan de were girtin.

Barzanî diyar kir ku, hêviyên me gelek bihêzin ku, em bi hevkariya xelkê Kurdistanê û dostên xwe yên di nava civaka cîhanî de, ber bi şêwazeke baştir ya desthilatdariyê ve gav bavêjin.

Mesrûr Barzanî got: Ez gelek kêfxweşim ku, beşeke zêde ji biryar û raspardeyên berê yên karnameya mafên mirovan niha li Kurdistanê de bûne weke zagon û tên cîhbicîhkirin û Kurdistan di çarçoveya belavoka cîhanî ya mafên mirovan û tevahiya rêkeftinên navnetewî û zagonên berkar yên Îraqê hewl dide ku, zêdetir mafên mirovan biparêze û pêşde bibe her di vê warî de niha mirov dikare bêje ku, rewşa mafên mirovan li Kurdistanê ji gelek welatên din yên deverê baştire.

 

 

Top