• Thursday, 28 March 2024
logo

Hezar sînemakarên Fransî piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên Îranê radigihînin

Gulan Media October 5, 2022 Nûçe
Hezar sînemakarên Fransî piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên Îranê radigihînin

Zêdetir ji hezar sînemakarên Fransî di gotarekê de piştevaniya xwe ji bo xwepêşandanên Îranê nîşan dan û gotin: “Têkoşîna Jin, Jiyan û Azad, têkoşîna me ye jî.”

Nêzîkî hezar kesayetiyên ji hunera heftemîn a li Fransayê, di nav wan de stêrk Clea Seydoux, Isabelle Huppert û Danny Bon, derhênerên navdar û serokê Festîvala Fîlman a Cannes Thierry Fremaux hene, di gotarekê de, bang li piştgiriya “serhildana jinan li Îranê” kirin.

Ew gotar her weha ji aliyê hejmarek ji xelatgirên “Palmiyeya Zêrîn” li Festîvala Fîlman a Cannesê, wek Julia Docorno û Jacques Audiard û “Şêrê Zêrîn” li Festîvala Fîlman a Venesia wekî Audrey Diwan û gelek lîstikvanan hatiye îmzekirin.

Gotar bi navnîşana “Jin, Jiyan, Azadî” ye ku slogana xwepêşandanên li Îranê ye, amaje bi wê yekê dike ku fîlmçêkerên ku gotar îmze kirine, dixwazin bi hev re piştgiriya xwe ji bo jinên Îranî yên ku îro ji bo azadiya xwe di bin xetereyê de têdikoşin, ragihînin.

Beşdarên gotarê di berdewamiya axaftina xwe de wiha gotin: “Em bang li hemû kesên ku bi eşkereyî kuştina Mehsa (Jîna) Emînî û zext û tepeserkirina hovane ya ku ji aliyê desthilatdarên Îranê ve tên kirin şermezar dikin û em bi dengekî bilind û bihêz hevgirtina xwe bi gelê Îranê re radigihînin.”

Her wiha gotin, "Têkoşîna Jin, Jiyan û Azad, têkoşîna me ye jî.”

20 roj in xwepêşandan li dijî kuştina keça Kurd a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê û nava Îranê berdewam in û niha xwepêşandan û grev bi awayekî berfireh bûye ku gihîştiye dibistan û zanîngehan jî.

Piraniya xwepêşandan û grevan rastî destêwerdan û tundûtûjiyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve tê ku li gorî amarên Rêxistinên Mafên Mirovan a Îranê, heta niha 154 xwepêşander hatine kuştin û bi hezaran kes jî hatine binçavkirin.

 

Top