• Friday, 19 April 2024
logo

Stêrkê muzîka Kurdî Ednan Kerîm albumeke nû belav kir

Gulan Media October 3, 2022 Hunerî
Stêrkê muzîka Kurdî Ednan Kerîm albumeke nû belav kir

Hunermend û stranbêjê bi navûdeng Ednan Kerîm bi hevkariya Orkestraya Nîştimanî ya Çekyayê albuma xwe ya herî nû belav kir.

Albuma Hunermend Ednan Kerîm a bi navê “Şar” roja Şemiyê 1ê Cotmeha 2022an li ser Youtubeyê hate belavkirin.

Ednan Kerîm di albuma Şar a ku 8 parçeyan pêk tê de 5 helbestên Nalî û 3 helbestên Salim weke stran amade kirine.

Stranên di albuma “Şar/Bajar” a Ednan Kerîm de ji Çamey Nalî, Serçinar, Pîrmesor, Xaneqa, Selamî Dûr, Çamey Salim, Dilî Tengim û Ba Neka Sefer pêk tên.

Hunermend û stranbêj Ednan Kerîm di sala 1963an de li Kerkûkê ji dayik bûye û bi eslê xwe xelkê gundê Jajle ya devera Şarbajêr e. Ji ber siyaseta rejima Baasê ya koçberkirin û Erebkirinê tevî malbata xwe koçî Silêmaniyê kir û li wir ma.

Ednan Kerîm di sala 1985an de Peymangeha Hunerên Bedew a Silêmaniyê qedand, piştî ku demeke dirêj li derveyî welat jiya vegeriya Herêma Kurdistanê û niha li Silêmaniyê dijî.

 

Rudaw

Top