Ji ber êrîşên Îranê heta niha 7 kes şehîd bûne û herî 30 kes jî birîndar bûne
Di encama êrîşa Komara Îslamî ya Îranê bo ser binke û baregehên Komele û PAK û PDKÎyê li Koye û Zergwêz Pirdê heta niha 7 kes şehîd bûne û bi kêmanî 20 kes jî birîndar bûne.
Rêveberê Tendirustiyê Koyê Dr. Kamran ragihandiye di encama teqînên li Koyê de 2 jin hatine kuştin û 12 kes jî birîndar bûne.
Li gor zanyariyên BasNewsê, ew her du jin bi navên Hecer û Marziya bûn û hevjînên wan jî Pêşmerge bûn
Çavkaniyekî Wezareta Tendirustiyê ji BasNewsê re ragehand ku, ji ber hejmareke zêde ya birîndaran, 7 tîmên din ên tenduristî û hawarçûnê ji Hewlêrê ber bi Koyê ve derketin.
Li aliyê din ligor zanyariyên BasNewsê di encama bordûmana bo ser Zergwêzê bo ser binkeyên Komeleyê jî de bi kêmanî 4 Pêşmergeyên Komeleyê birîndar bûne.
Herwuha Berdevkê PAKê Erdelan Xosrewî jî ji BasNewsê re aşkere kiriye di encama bombebarana îro ya Îranê de 5 şehîd û 5 birîndarên wan hene.
Herwiha Erdelan Xosrewî dibêje: Li beregeha me ya bajarê Pirde 5 şehîd û 5 birîndarên me hene ku birîna hinek ji wan giran û hinek jî bi sivikî ye û dermankirina birîndaran dest pê kiriye.
Basnews