• Friday, 29 March 2024
logo

Berdevkê PDKÎ: Îranê dibistana zarokan kiriye armanc

Gulan Media September 28, 2022 Nûçe
Berdevkê PDKÎ: Îranê dibistana zarokan kiriye armanc

Berdevkê Partiya Demorkataka Kurdistana Îranê (PDKÎ anku HDKA) ragihand, heta niha hûrgiliyên bombebarana Îranê ya li ser binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê nayê zanîn û diyar kir, di encama êrîşan de canjidestdan û birîndar hene.

Berdevkê PDKÎ, Xalîd Ezîzî ji Rûdawê re got, îro nêzî demjimêr 10:30 bombebaranan destpê kir û Supaya Pasdaran çendên corên mûşekan bi kar anîne.

Xalîd Ezîzî herwiha diyar kir, nêzîk û derdora dibsitana zarokan li Koyê hatine bombebarankirin û destnîşan kir, ew cih ne cihê leşkerî ne û brovajî wê yekê bi temamî cihên sivîl in.

Sibe îro Çarşembê 28ê Îlona 2022an Îranê hejmarek binke û baregehên partiyên Rojhialtê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de bombebaran kir.

Qaymeqamê Koyê ragihandiye, di encama bombebarana Îranê de bo ser baregeha Partiya Demorkataka Kurdistana Îranê 2 kesan canê xwe ji dest dane.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Doktor Xalîd a navçeya Koyê, Dr. Kawe Sabîr ji Rûdawê re ragihand, di encama bombebarana îro ya Îranê de li sînorê wê qezayê 2 kesan canê xwe ji dest dane û 15 kes jî birîndar in.

 

Rudaw

Top