• Friday, 29 March 2024
logo

Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên îro yên Îranê bi tundî şermezar kir

Gulan Media September 28, 2022 Nûçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşên îro yên Îranê bi tundî şermezar kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de bi tundî şermezar kir û ragihand, ev êrîş “ji bo ji rê derxistina arasteya bûyeran e” û “divê dawî li wan destdirêjiyan were anîn”.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê bombebaranên îro yên Îranê bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Em derbaskirin û binpêkirina çend care ya serweriya axa Herêma Kurdistanê bi mûşekbarankirinê, b tundî şermezar dikin.”

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Bombebarankirina binkeyên opozisyonê bi mûşekan ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve, bi her hincetekê be, helwêstekî nerast û ji bo ji rê derxistina arasteya bûyeran e û cihê matmayînê ye. Êrîşên bi vî awayî ku berdewam li ser axa me tên kirin û di encamê de xelkê sivîl jî dibin qurbanî, em şermezar dikin û pêwîst e dawî li wan destdirêjiyan bê anîn.”

 

Rudaw

Top