• Thursday, 28 March 2024
logo

18 welatiyên din yên Kurd hatine kuştin

Gulan Media September 27, 2022 Nûçe
18 welatiyên din yên Kurd hatine kuştin

Di xwepîşandanên vê dawî yên Îranê de hatine kuştin.

Li gor raportek ku, ji aliyê navenda mafên mirovan ya Hengawê ve hatiye belavkirin, xwepîşandanên dijî kuştina Jîna Emînî li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de berdewamin û hêzên rejîmê jî êrîşên xwe yên bo ser xelkê didomînin.

Hengawê belav kiriye ku, di çarçoveya 11 rojên xwepîşandanên heyî de, 18 welatiyên Kurd bi êrîşa raste rast ya çekdarên rejîmê hatine kuştin.

Li gor Hengawê, li Şino 4, li Urmiye 3, Şahabad 3, Kirmaşan 2, Dîwandere, Seqiz, Îlam, Dêwelan û Pîranşarê jî her yek 1 kes bi giştî 18 welatiyên Kurd hatine kuştin.

Top