• Thursday, 28 March 2024
logo

Mesrûr Barzanî: Berdewam dibin li ser cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî

Gulan Media September 27, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Berdewam dibin li ser cîhbicîh kirina projeyên xizmetgozarî

Îro li Zaxoyê çend projeyên xizmetgozarî hatin vekirin.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi minasebeta yekemîn salvegera ragihandina Zaxoyê weke îdareya serbixwe, serdana vê deverê kir û çend projeyên xizmetgozarî û gehandinê yên steratejîkî vekir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku, devera Zaxoyê devereke girîng û steratejîke û di warê abûrî de deriyeke gelek girîng bo Kurdistan û Îraqê loma lazime xizmeteke zêdetir ya vê deverê were kirin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya gotara xwe de diyar kir ku, yek ji xalên sereke ya bernameya kabîneya 9an xizmet kirina xelkê ye, lewre hikûmet bêyî cudatî berdewam dibe li ser projeyên xwe yên xizmetgozarî û avedankirinê û li deverên din yên Kurdistanê heta niha çendîn proje hatine vekirin û berdewam dibin li ser cîhbicîh kirina projeyên girîng li seraserê Kurdistanê.

Top