• Friday, 19 April 2024
logo

Serokê Yekitiya Zanayên Ola Kurdistanê: Biryara çarenivîsê bo her gelekî mafekî rewaye û xwedayî ye

Gulan Media September 27, 2022 Nûçe
Serokê Yekitiya Zanayên Ola Kurdistanê: Biryara çarenivîsê bo her gelekî mafekî rewaye û xwedayî ye

Serokê Yekitiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê behsa roja rêveçûna referandûmê dike û dibêje olê rê daye xelkê biryarê derbarê çarenivîsa xwe de bide û ew tişta ku Serok Barzanî jî kir dîrokî bû.

Serokê Yekitiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê Dr. Ebdula Mela Weysî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Roja referandûma gelê Kurdistanê biryar derbarê çarenivîsa xwe de da. Lê welat û dijminên gelê Kurdistanê rêz li îradeya wî gelî negirt. Di ola pîroz a îslamê de rê hatiye dayîn hemû gelek biryarê derbarê çarenivîsa xwe de bide û ev mafekî rewa, mirovî û xwedayî ye. Lê mixabin hin dewlet rêz li vê îradeyê nagrin.’’

Herwaha diyar kir: ‘’Roja referandûmê de mamostayên olî xwedî rolekî giring bûn, di bilind ragirtina wê proseyê de. Herwaha teşfîq kirina xelkê ya ji bo çûna ser sandoqên dengdanê de. Ji ber guman tinebû ew proje projeyekî navmalî ye û ji bo bidestxistina mafê gelê Kurdistanê ye û ji aliyê şerîetê ve erkekî olî ye.’’

Dr. Ebdula Mela Weysî got: ‘’Eger careke din referandum bê kirin, mamostayên olî bi germtir ji berê dê piştevaniya xelkê bikin bo beşdariya li referandûmê û biryar dayîna derbarê çarenivîsa xwe de. Herwaha roja Serok Barzanî gelek giring bû, di vê qonaxê de Ala Serxwebûna Kurdistanê bilind kir û piştevaniya gelê xwe kir. Ji ber ku gelê Kurdistanê qurban dane, Serok Barzanî pêngavên giring avêtin. Dîrok jî wan pêngavên Serok Barzanî tomar dike, ku bi jîrî piştevaniya gelê xwe kir. Herwaha gel jî di proseya referandûmê de piştevaniya Serok Barzanî kir.’’

 

Basnews

Top