• Wednesday, 24 April 2024
logo

ENKS: Biryara Rêveberiya Xweser a girtina dibistanên taybet pêşeroja bi hezaran xwendekaran dixe metirsiyê

Gulan Media September 27, 2022 Nûçe
ENKS: Biryara Rêveberiya Xweser a girtina dibistanên taybet pêşeroja bi hezaran xwendekaran dixe metirsiyê

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) girtina dibistan û peymangehên taybet ji aliyê Rêveberiya Xweser ve bi tundî şermezar dike û ji bo betalkirina vê biryarê, bang li hemû partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û mafên mirovan dike ku beşdarî çalakiya mangirtinê ya ku dê sibe Çarşemê li Qamişlo bê lidarxistin, bibin.

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di çend rojên borî de hemû dibistan û peymangehên taybet ên ku perwerdehiyê bi sîstema xwendina hikûmeta Sûriyê dide li bajarê Qamişlo girtibûn.

Di vê derbarê de Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, “ENKS bi tundî biryara desthilata Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) ya girtina peymangeh û dibistanên taybet şermezar dike. Ev biryar pêşeroja xwendinê ya bi hezaran xwendekarên herêmê dixe metirsiyê.”

ENKS dibêje: “Ev biryar li dijî mafên herî bingehîn ên mirovan a azadiya xwendinê ye û rêznegirtina li îradeya xwendekar û malbatên wan a ji bo hînkirina zarokên xwe li gorî bernameyên perwerdehiyê yên naskirî ye ku pêşeroja wan a perwerdehî û pîşeyî misoger dike.”

Her wiha ENKSê diyar dike: “Ev biryar dê bibe sedema valakirina herêmê û koçberkirina gelê me yê li Kurdistana Sûriyê mayî.”

Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, piştevaniya xwe ya tam bi xwendekar û malbatên wan re radigihîne û tekez dike ku ew li kêleka wan e û bi hemû rêyên aştiyane kar dike ji bo pêşeroja kur û keçên wan bê misogerkirin.

Her wiha ENKS bang li hemû pêkhateyên herêmê, partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û mafên mirovan dike ku “bi awayekî aktîf beşdarî çalakiya mangirtinê ya ku dê sibe Çarşemê 28.09.2022an ji aliyê komek rêxistinên civaka sivîl ve li ber avahiya Netewên Yekgirtû were li Qamişlo lidarxistin bibin, ji bo betalkirina vê biryara neheq a li hemberî xwendekar û civakê.”

 

K24

Top