• Thursday, 28 March 2024
logo

Li Duhokê bi beşdariya 11 welatan festîvala geştûguzar birêve diçe

Gulan Media September 26, 2022 Corane
Li Duhokê bi beşdariya 11 welatan festîvala geştûguzar birêve diçe

Di bin dirûşma ‘’Geştûguzar rêxistinên geştûguzarê kom dike’’ û bi beşdariya 11 welatan ve festîvala geştûguzar li Duhokê birêve diçe.

Rêveberê giştî yê geştûguzar a parêzgeha Duhokê Dr. Xeyrî Elî Uso ji BasNewsê re ragehand: ‘’Roja 27.09.2022yê di bin dirûşma ‘’Geştûguzar rêxistinên geştûguzarê kom dike’’ li navenda Duhokê û li qada Teleferîk a Çiyayê Zawa duyem festîvala geştûguzar birêve diçe û biryare 3 rojan berdewam bike.’’

Rêveberiya giştî ya geştûguzara parêzgeha Duhokê amaje bi wê yekê jî kir ku: ‘’Di vê festîvalê de ji bo karên destî û hunerî û şîrketên geştûguzarê 100 çadir dê bên danîn û 11 welat dê beşdariyê têde bikin.’’

Herwaha got: ‘’Di festîvalê de gelek peyman dê bên îmza kirin û dê bên ragehandin û karên hunerî dê bên nîşandan û cilûbergên kurdî jî bên pêşandan.’’

Dr. Xeyrî Elî Uso diyar kir: Armanc ew e parêzgeha Duhokê wek parêzgeha herî dewlemend a Herêma Kurdistanê û Iraqê ye di warê geştûguzarê de û bê nasandin û hêviya me dewlemend kirina sektora geştûguzarê ye.’’

 

Basnews

Top