• Friday, 26 April 2024
logo

Ciwanekî din yê Kurd canê xwe ji dest da

Gulan Media September 26, 2022 Nûçe
Ciwanekî din yê Kurd canê xwe ji dest da

Di xwepîşandanan de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû birîndarkirin.

Ciwanekî Kurd yê bi navê Ebdulselam Golanî ku, xelkê bajarê Şinoye û di encama pevçûnên navbera Xwepîşanderan û hêzên rejîmê de beriya çend rojan birîndar bibû canê xwe ji dest daye.

Li gor zaniyariyên berdest, Ebdulselam Golanî beriya çend rojan di dema xwepîşandanên li bajarê Şinoyê de ji aliyê çekdarên rejîmê ve hatibû birîndarkirin û duhê bişev jî jiber dijwariya birîna xwe canê xwe ji dest daye.

Ji aliyeke din ve hate eşkere kirin ku, bajarê Şino hîn jî di destê xelkê deye û xwepîşandanên li Îranê jî didomin.

Top