• Friday, 19 April 2024
logo

Cnn: Vê carê rejîm gelek tirsaye

Gulan Media September 26, 2022 Nûçe
Cnn: Vê carê rejîm gelek tirsaye

Dibêje xwepîşandanên vê carê gelek cudane.

Kanala CNN ya Amerîkî raporteke şîroveyî derbarê xwepîşandanên vê dawiyê yên Îranê de behsa vê yekê kiriye ku, rejîma Îranê ji xwepîşandanên vê carê gelek ditirse.

Di raportê de hatiye nivîsandin ku, jêderên ji Îranê diyar kirine ku, xwepîşandanên vê carê di her warî de gelek ji xwepîşandanên 2009 û 2019an cudane, jiber ku, xelk vê carê gelek ji berê bi cesaret û netirse.

Di berdewamiya raportê de hatiye diyarkirin ku, xwepîşandanên vê carê yên ku, jiber kuştina Jîna Emînî bi destê hêzên rejîmê destpê kirine, xwepîşandanên seraserî, berfire û tundin û rejîm jî vê carê gelek tirsaye lewre hêvî dike ku, bi qut kirina înternetê xelkê bideng bike lê ev plana rejîm jî vala derket û xelk berdewame li ser xwepîşandanên xwe.

 

 

Top