• Saturday, 20 April 2024
logo

Roja nehem a xwepêşandanên Îranê.. Nerazîbûn û karvedan berdewam in

Gulan Media September 26, 2022 Nûçe
Roja nehem a xwepêşandanên Îranê.. Nerazîbûn û karvedan berdewam in

Di roja nehem a xwepêşandanên xelkê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li hember kuştina Jîna Emîn ji aliyê polîsê Tehranê ve, careke din beşeke mezin ji xelkê bajarên mezin daketin ser kolanan. Hevdem jî, li hejmarek welat xwepêşandan ji bo piştevaniya xwepêşandanên li hundir Îranê tên kirin.

Li gorî wêne û vîdyoyên li tora civakî hatine belavkirin, duhî 25ê Îlonê xwepêşandan li hejmarek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, wek Sine, Tehran, Kerec, Boşehir, Şîraz, Lahîcan û Tewrîzê berdewam bûn. Xwepêşanderan diruşmên li dijî hikûmetê gotin û li hin cihan jî jinan hîcaba xwe şewistandin.

Duhî Yekşemê, li bakurê wîlayeta California ya Amerîka bi hezaran Kurd û Îraniyan wêneyên Jîna Emîn bilind kirin û bi gotina siloganên wek “Jin, Jiyan, Azadî” “Em Komara Îslamî naxwazin” û “Em hemû Jîna (Mehsa)” ne, piştgiriya xwe ji bo xwepêşandanên di nava Îranê de nîşan dan.


Di rojên borî de, Kurd û Îraniyên li bajarên Washington, New York, Chicago xwe pêşan dan û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Her wiha ew tevgera nîşandana nerazîbûnê li hejmarek welatên cîhanê jî hate kirin. Li Bratislava paytexta Silovakyayê jî di keşûhewayeke baran de, xwepêşandan bi bilindkirina wêneyên Jîna Emîn hate kirin.

Di wê xwepêşandanê de jî, Derhênerê Îranê yên navdar Mihemed Elî Talibî di gotarekê de, rexne li rewşa niha ya Îranê û hikûmeta wî welatî girt.

Helwestên navdarên Îranê

Bi berdewamiya xwepêşandanan de, gelek helwest û karvedan ji aliyê hunermend, werzişvan û kesayetiyên navdar ên Îranê derketin.

Werzişvanê navdar ê Îranî, Lehengê Zorinbaziyê Saman Ebdulî di peyameke vîdyoyî de li hejmara xwe ya tora civakî “Instagram” belav kir û rexne li bikaranîna tundûtûjiya li dijî xwepêşanderan girt.

Saman Ebdulî gotina xwe arasteyî berpirsên hikûmeta Îranê kir û got: “Ji bo çi hûn tundûtûjiyê dikin? Ev ne riftara mirovan e. Çima hûn bêrêziyê li jinan dikin? Ma peyatî wiha ye?”

Baran Kewserî
Ji aliyekî din ve, aktera navdar a sînemayê Baran Kewserî ku xwediya çendîn xelatên sînemayî li ser asta navxweya Îranê û welatên cîhanê ye, peyamek li Instagrama xwe belav kir û rexne li berpirsên Îranê girt.

Baran Kewserî nivîsî: “Hûn ne hêjayî xwepêşandanên aştiyane yên sê milyon kesî bûn. Eger nîşandana nerazîbûnê li hember paşkeftin û guleyên we, ajawe be, ez jî wek Baran Kewserî ajaweger im.”

Niha tora Instagramê ji torên din zêdetir li Îranê berbelav e, ji ber wê lîstikvanê topapê yê Îranî Serdar Azmûn di peyamekê de belav kir: “Ji bo we rûreşî ye ku hûn gelekî bi hêsanî mirovan dikujin, bijî jinên Îranê.”

 

 

K24

Top