• Friday, 19 April 2024
logo

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê: Çima Ala Herêma Kurdistanê sûc be?

Gulan Media September 26, 2022 Nûçe
Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê: Çima Ala Herêma Kurdistanê sûc be?

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê Cemalettîn Kanî Torun bertek nîşanî lêpirsîna Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya li ser lîstika Amedspor-Bursasporê da û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşeke destûrî ya Iraqê ye. Ew ala dema ku rayedar ji wir tên, wêne li ber tên girtin, çima sûc be?”

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê duh Yekşemê 25ê Îlona 2022an piştî belavbûna wêneyên Ala Kurdistanê di lîstika Amedspor-Bursasporê de ragihand ku li ser wan kesan rêkarên yasayî hatine destpêkirin.

Parlamenterê berê û Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê Cemalettîn Kanî Torun bertek nîşanî destpêkirina lêpirsîna li ser dîmenên lîstika Amedspor-Bursasporê da.

Sekreterê Giştî yê Partiya Pêşerojê Kanî Torun wêneyê daxuyaniya Wezareta Navxwe li ser hesabê xwe yê Twîtterê jê girt û got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê beşeke destûrî ya Iraqê ye. Ew ala dema ku rayedar ji wir tên, wêne li ber tên girtin, çima sûc be? Dema ku Ala Nexçewanê were hildan, eger provokasyon nabe, ev jî nabe. Merivên welatiyên me, civakên bira ne.”


Serokê Partiya Pêşerojê ya Wanê Abdulhekîm Karabiyik jî di hesabê xwe yê Twitterê de wêneyên serdaneke Serok Barzanî ya Tirkiyê, lîstika Amedspor-Bursasporê, tweeta Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ya li ser destpêkirina lêpirsînê û daliqandina Ala Kurdistanê li Firokexaneya Esenboga ya Enqerê belav kir û got, “Dîrok 2017 Serok Mesûd Barzanî hat Stenbolê. Barzanî li Koşka Mabeynê bi Serokomar Erdogan re hevdîtinek pêk anî. Ji bo serdana Barzanî, Ala Kurdistanê li Firokexaneya Ataturk a Stenbolê û Firokexaneya Esenboga ya Enqerê hat daliqandin.

MHP û Soylu provokasyonê dikin.”


Lîstika Amedspor-Bursasporê ya ku duh Yekşemê li Amedê hat lîstin, bi serkeftina Amedsporê 2-0 bi dawî bû.

Di lîstika ku temaşevanan stadium tijî kiribûn de, hin temaşevanan Ala Kurdistanê vekiribûn û hinekan jî bi tîşortên ku wêneyên Jîna Emînî nexişandibûn, hatin dîtin.

Piştî ku dîmenên lîstikê li ser medyaya civakî belav bûn, Wezareta Navxweyî û Parêzgariya Amedê ragihandin ku li ser dîmenan lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Top