• Thursday, 28 March 2024
logo

Hejmara qurbaniyên belema Tertûsê gehişte 94 kesan

Gulan Media September 25, 2022 Nûçe
Hejmara qurbaniyên belema Tertûsê gehişte 94 kesan

17 termên din ên belema niqûmbûyî ya li nêzîkê Bendera Tertûsê ya Sûriyê hatin dîtin û bi wê jî hejmara koçberên xeniqî gehişte 94 kesan.

Êvara roja Şemiyê 24ê Îlona 2022ê medya fermî ya Tirkiyê ragihand ku hejmara canjidestdanê ji ber niqûmbûna belema nêzîkê Bendera Tertûsê gehiştiye 94 kesan. Li gor heman medyayê, 20 kes hatine rizgarkirin, 14 ji wan li Nexweşxaneya Basil a Bajarê Tertûsê çareseriyê werdigrin û 2 ji wan di jêr çavdêriya hûr de ne.

Hevdem artêşa Lubnanê belav kiriye ku welatiyekî Lubnanî hatiye desteserkirin û li wê yekê mikûr hatiye ku hewlek “bo bi qeçax birina koçberan ji Lubnanê bo Îtalyayê bi rêya deryayê” organîze kiriye.

Tê texmîn kirin nêzîka 150 kesan di wê belemê de bûbin ku roja Pêncşemê li nêzîkê Bendera Tertûsê ya Sûriyê binav bû. Li gor Neteweyên Yekbûyî, yên di nav belemê de bûn, welatiyên Sûriye, Lubnan û Filistînê bûne. Ajansa Penaberan ser bi Neteweyên Yekbûyî dibêje, heta niha termê 10 zarokan hatine dîtin.

Bendera Tertûsê bi dûriya 50 kîlometreyan dikeve bakurê Bendera Terablûsê ya li bakurê Lubnanê, Li gor Wezareta Guhestinê ya Sûriyê, belema koçberan ji bajarokê Mîniye yê bakurê Trablûsê birê ketibû.

Li gor Ajansa Penaberan a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, sala borî hezar û 570 kes ji Lubnanê û bi belemên biçûk çûne welatên Ewropayê ku 186 ji wan Lubnanî bûn. Piraniya beleman ku ji Lubnanê derdikevin, ber bi Qubrisê diçin ku 175 kîlometre dûrî benderên Lubnanê ye.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, hejmareke zêde ya wan kesên ji Lubnanê diçin derve penaxwazên Sûrî ne ku li Lubnanê hatine bicîhkirin, lê ligel têkçûna aborî Lubnanê, beşek ji welatiyên wî welatî jî hewl didin bi rêya deryayê derbasî welatên Ewropayê bibin.

 

Rudaw

Top