• Thursday, 28 March 2024
logo

Îran daxwaza hilweşandina îqameya Sedir dike

Gulan Media September 24, 2022 Nûçe
Îran daxwaza hilweşandina îqameya Sedir dike

Wezîrê derve yê Îranê daxwaz ji hikûmetê kiriye.

Li gor çapemeniya Îranî, wezîrê derve yê vê welatî  Emîr Ebdulahiyan daxwaz ji rejîma Îranê kiriye daku, mafê nîştecîhbû (îqame) ya Serokê tevgera Sedir, Muqteda Sedir li Îranê hilweşîne.

Wezîrê derve yê Îran diyar kiriye, ku, tevgera Sedir di derbarê xwepîşandanên vê dawî yên li Îranê de hana xelkê daye, nûçe û zaniyariyên nerast belav kiriye û dest di karûbarên navxwe ya Îranê de berdaye lewre lazime mafê nîştecîhbûna wî ya li Îranê were hilweşandin.

Top