• Thursday, 28 March 2024
logo

Erzerom: Di doza destdirêjiya zarokan de cezayê tawanbar hat hilweşandin

Gulan Media September 24, 2022 Civakî
Erzerom: Di doza destdirêjiya zarokan de cezayê tawanbar hat hilweşandin

Komeleya Destpêkê Zarok û Jin ragihand ku bi hinceta zarok di rûniştina dozê de li salona dadgehê nehatine guhdarkirin cezayê tawanbar hatiye hilweşandin.

Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê li kursa Quranê ya Haci Bahattin Evgi ya girêdayî Serokatiya Karûbarê Olî ya Tirkiyê berpirsê beşa navxwe Hakan Aslankafa bi îdîaya destdirêjiya 8 zarokan kiriye hatibû girtin û di çarçoveya dozê de dadgehê bo wî kesî 119 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dabû.

Zarokên rûbirûyê destdirêjiyê bûbûn li Navenda Çavdêriya Zarokan (ÇIM) li pêşiya kamerayê bi beşdarbûna pedagog û dozgeriyê hatibûn guhdarkirin û li gor rêgeza di berjewendiya zarokan de ew li salonê nehatibûn guhdarkirin.

Parêzera dozê û Seroka Komeleya Destpêkê Zarok û Jin Mujde Tozbey Erden jî diyar kir ku biryara Dadgeha Îstînafê ne di cih de ye û ew dê zarokan nebin salona dadgehê û dê li beramber vê biryarê nerazîbûna xwe pêşan bidin.

Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê li kursa Quranê ya Haci Bahattin Evgi ya girêdayî Serokatiya Karûbarên Olî berpirsê beşa navxwe Hakan Aslankafa bi îdîaya destdirêjiya 8 zarokan hatibû girtin û derbarê wî de doz hatibû vekirin. 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Erzeromê 31ê Gulana 2022ê bo Hakan Aslankafa 119 sal û 6 meh cezayê girtîgehê dabû.

 

Rudaw

Top