• Thursday, 28 March 2024
logo

Di Festîvala Amedê de yekemîn zebeş bêtirî 51 kîloyan derket

Gulan Media September 22, 2022 Corane
Di Festîvala Amedê de yekemîn zebeş bêtirî 51 kîloyan derket

Li Amedê 12mîn Festîvala Zebeşan hat lidarxistin. Di festîvalê de pêşbaziyên gelek rengîn hebûn. Zebeşa herî mezin ji 51 kîloyî zêdetir bû. Di festîvalê de pêşbaziya xwarin û gindirandina zebeşan jî hebû.

Dibe ku herkes ji tama zebeşê hez bike lê dema zebeş zebeşê Amedê be, tama wê xweştir dibe. 12emîn Festîvala Zebaşan a Amedê ji aliyê walîtiyê ve hate lidarxistin. Festîvalê bi meşa li ber Birca Keçikê dest pê kir û heta Qada Şêx Seîd berdewam kir. Hêştirên xemilandî, koma defê û tîma bandoyê jî bi qasî tama zebeşên Amedê xweş bû.

Di festîvalê de zebeşên yekemîn, duyemîn û sêyemîn hatin xelatkirin. Zebeşê herî mezin ji 51 kîloyî zêdetir derket. Ji bo zebeşê yekemîn 10 hezar lîreyê Tirk pere hate dayîn. Xwediya zebeşê pîrejineke cotkar bû.

Xwediya zebeşê yekemîn Îkram Atli got: “Min zehmetî pir kişandiye. Tu li destê min nanêrî? Me çape kiriye, me gubre kiriye, me av daye. Înşela ez dê hersal bibim şampiyon.”

Pişî xelatkirina zebeşên mezin îcar pêşbaziya gindirandina zebeşan dest pê kir. Zarokan hem kêf kir û hem jî weke xelat tablet qezenç kirin.

Piştî nexweşiya coronayê ev yekem festîval e ku bi coş û peroşeke mezin tê lidarxistin. Yên festîval ecibandin jî hebûn û yên tê de kêmasî dîtin jî.

Welatî Aycan Ozçelîk dibêje: “Pir xweş e. Pir xweş derbas bû. Festîvalên wiha hertim li Diyarbekirê çêbe em pir memnûn dibin.”

Welatî Kerem Demîr jî got: “Ev kultira gelê me hebe, em bi hevdu re bin en xweş ev e.”

Welatî Rogeş jî got: “Mamûş nikare bi kurmancî bibêje. Kêmasiya me jî wisa heye. Tiştekî xweş dest pê kiriye lê dewama wê jî dê xweş be înşela.”

Welatî Evdilqadir Aydin jî nerazîbûna xwe li hemberî zîmanê festîvalê nîşan da û got: “Gerek bi kurdî be. Diyarbekir kurdî ye yanî. Pêşî bi kurdî dawiyê divê tirkî bûya.”

Di festîvalê de bedew û qeşengên zebeşan jî hatin hilbijartin. Helbet ew ji zebeşan jî şirîntir bûn.

Welatî Nîhat Orhan jî got: “Diyarbekira me ye. Bi navê me ye. Zebeşê me ye. Me mêze kir pir xweş e. Me zarokê xwe jî xiste hundirê wê. Pir xweş kêfa me jê re hat.”

Welatî Dîlan Karadaban jî dibêje: “Min zaroka xwe xiste hundirê zebeşê. Min fotograf kişand. Xweş bû.”

Welatî Şîlan Başaran jî got: “Pir biçûk bû, di hundirê wê de winda dibû. Min nekarî bixim navê.”

Festîvala Zebeşan a Amedê hêj li cîhanê deng nedaye. Lê li bajarên Bakur û Tirkiyeyê têra xwe bi nav û deng e.

 

Rudaw

Top