• Friday, 29 March 2024
logo

'Jinên Xemilandî' bi bisiklêtan li Amedê geriyan

Gulan Media September 19, 2022 Nûçe
'Jinên Xemilandî' bi bisiklêtan li Amedê geriyan

Bi dehan jinên ku xwe weke Jinên Xemilandî bi nav dikin li Amed a Bakurê Kurdistanê çalakiya ajotina bisiklêtan (duçerxe) li dar xist. Hem çalakî û hem jî bisiklêtên jinan bi vê çalakiyê trafîka Amedê xemilandin. Di çalakiyê de daxwaza parastina xwezayê û parastina mafên jinan derkete pêş.

Her yek bi nazikiya hosteyeke jêhatî tevdigere. Her yek bi hostetiya kulîlkfiroşekê bisiklêta xwe dixemilîne. Her yek ji pîşeyeke cuda ye lê hemû ji bo heman armancê; parastina xwezayê û di trafîkê de rêzgirtina li hemberî jinan û ajokarên bisiklêtan (duçerxe).

Berpirsa Jinên Xemilandî Ezgî Bulak li ser çalakiyê anî ziman, “Çalakiya Jinên Xemilandî ya Ajotina Bisiklêtan di roja civakên bê otomobîl de tê lidarxistin.”

Ev çalakiyeke balkişandinê ye. Em dixwazin balê bikşînin ser siwariyên jin ên bisiklêtan, em dixwazin isbat bikin ku trafîkeke bê egzoz jî pêkan e. Ji bo ku em bala civakê bikişînin ser xwe, em xwe dixemilînin, pifikan bi bisiklêtên xwe ve dikin, bi bisiklêtên xwe yên xemilandî derdikevin nava trafîkê.

Jinên Amedî ji bo balê bikişînin ser qirêjiya ku ji egzozên otomobîlan derdikevin û hewayê qirêj dikin, ji Parka 75 metrî dest bi gera xwe ya ajotina bisiklêtan (duçerxe) kirin. Tam 8 kîlometreyan bisiklêt ajotin.

Rengîniya bisiklêtên wan û xemla wan kolanên Amedê xemiland. Dema çalakî li Amedê be rengê çalakiyê jî diguhere. Bi qasî parastina xwezayê parastina mafên jinan jî li pêş bû.

Aktivîsteke çalakiyê diyar kir ku ew dixwazin peyamên xwe bidin her derê û di hemû jiyanê de ew dixwazin bi xemlan cih bigirin.

Aktivîsta çalakiyê Rûken Yilmaz anî ziman, “Em dixwazin bi jinan rengê xwe, dengê xwe, zimanê xwe çalakiyeke hevpar li dar bixin. Em bibêjin jin jiyan azadî.”

Aktivîsta çalakiyê Nurşîn Aslaner li ser çalakiyê got, “Em dixwazin li kolanan bin. Herkes bila me bibîne. Herkes dixwaze em di malan de bin, xuya nekin lê em dixwazin li derve bin ku herkes me bibîne.”

Aktivîsta çalakiyê Hediya Kaymak anî ziman, “Em dixwazin azad bibin. Ji ber ku em jin in. Dibêjin jin nikarin biaxivin, jin nikarin tiştekî bikin lê jin dikarin her tiştî bikin.”

Çalakiya Jinên Xemilandî di sala 2019an de li bajarê Îzmîrê dest pê kir û her sal gelek bajar û welatan li xwe girt. Li seranserê cîhanê herî kêm li 25 welatan û nêzî 200 bajaran ev çalakî heman rojê û heman demjimêrê pêk tê.

Çalakiya Jinên Xemilandî yên Amedê heta Birca Keçikê dewam kir û li ber bircên dîrokî bi govend û stranên Kurdî bi dawî bû.

 

 

Top