• Tuesday, 16 April 2024
logo

Ji ber qeyrana aboriyê Pêşangeha Pirtûkan a Amedê hate betalkirin

Gulan Media September 18, 2022 Hunerî
Ji ber qeyrana aboriyê Pêşangeha Pirtûkan a Amedê hate betalkirin

 Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku diviyabû di meha Îlonê de bihata lidarxistin ji ber qeyrana aborî hate betalkirin. Ji ber ku pêşangehê gelek bilêtên firokeyan, rezervasyonên otelan û pirtûkên ku hatibûn çapkirin bûn sedema zirareke mezin.

Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê ve dihate birêvebirin hate betalkirin.

Li gorî agahiyan ji ber ku weşanxaneyên navendên wan li Stenbolê ne, qeyrana aboriyê weke hincet nîşan dane û nexwestine tevlî pêşangehê bibin. Ji ber vê yekê jî Pêşangeha Pirtûkan a Amedê hatiye betalkirin.

Ji bo pêşangehê weşanxaneyên Kurdî bi dehan pirtûkên nû çap kirin lê ji ber betalbûna pêşangehê weşanxaneyên Kurdî ketin nava tengasiyeke mezin.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Amedê Mihemed Kaya, ji Rûdawê re diyar kir ku pêşangeh nehatiye betalkirin tenê hatiye taloqkirin.

Kaya da zanîn ku pêşangeh yan îsal di meha mijdarê de yan jî bihara 2023an de wê bê lidarxistin û soza piştgiriya aboriyê da weşanxaneyên Kurdî.

Kaya anî ziman, “Ji ber pirsgirêkên ku dijîn, em ê piştgirî bidin weşanxaneyên Kurdî. Hem di kirêkirina qada pêşangehê û hem jî di aliyê lojîstikê de em ê piştgiriya wan weşanxaneyan bikin.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê yê Amedê Mihemed Kaya
Berdevkê Însiyatîfa Yekîtiya Weşanxaneyên Kurdî Azad Zal jî bi bîr xist ku gelek weşanxaneyan ji ber pêşangehê pirtûkên nû çap kirine, ji bo rojên îmzeyê û çalakiyên pêşangehê mêvan vexwendine û got, “Ji ber ku pêşangeh hate taloqkirin hem di aliyê madî û hem jî di aliyê manewî de weşanxaneyan zirar kirin. Ji bo nivîskarên mêvan bilêt hatibûn kirîn, bilêtên wan şewitîn. Yên rezervasyonkirî hatin betalkirin. Rezervasyonên li otelan hatin betalkirin. Weşanxaneyan pirtûkên nû çap kirin, reklam kirin. Ez jî xwediyê weşanxaneya J û J'ê me. Ez jî neçar mam rezervasyonên xwe betal bikim. Bi her awayî em xisirîn.”

Top