Akrê- Kujerê fermandarê Pêşmerge hat girtin
Kujerê fermandarê Pêşmerge Sabir Akreyî ji aliyê asayîşa Duhokê ve hat girtin.
Polîsê parêzgeha Duhokê di daxuyaniyekê de ragihand, kujerê fermandarê hêzên Pêşmerge Sabir Akreyî ji aliyê hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Duhokê ve hatiye girtin.
Di çarçoveya xala 406an a Qanûna Cezayê de lêpirsîna kujer tê kirin.
Îro danê êvarê li navçeya Akrê ya Duhokê ya Başûrê Kurdistanê, di encama gullereşandinê de fermandeyekî Pêşmerge Sabir Akreyî bi guleyan jiyana xwe ji dest da û keç, hevjîn û xwişka wî jî birîndar bûn.
Basnews