• Friday, 29 March 2024
logo

Encamnameya Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî

Gulan Media September 14, 2022 Hunerî
Encamnameya Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî

Sêyemîn a Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî li bajarê Boxum ê Almanyayê hat sazkirin û xelatên wê hatin dabeşkirin. Rêveberiya Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî encamnameya festîvalê belav kir.

Di rojên 10 û 11ê meha Îlona sala 2022an de, xula Sêyemîn a Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî bi navê xula sînamegerê Kurd ê koçkirî Yilmaz Guney birêve çû, û karê xwe bidawî kir.

Di bernameya herdu rojên Sêyemîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Kobanî de, 9 filimên ku ji 323 filman hatibûn hilbijartin, hatin nîşandan û 4 dîbeytên nirxandin û gotûbêjê li ser wan hatin lidarketin.

Di dawiyê Komîteya Nirxandinê ya Festîvala Kobanî ya Sînemyayê ya Navdewletî 9 xelatên xwe ragihandin, ew jî evin:

1- Xelata baştirîn filma drama ji bo filma: Fifth Narcissus

2- Xelata baştirîn Belgefîlm ji bo filma:The Kurds in Egypt through the ages

3- Xelata baştirîn filma Animation ji bo filma: Night

4- Xelata baştirîn Derhênan ji bo filma: Quarantine

5- Xelata baştirîn Senaryo ji bo filma: Peľe

6- Xelata baştirîn Aktor ji bo: Said Darif - Ji filma Charter

7- Xelata baştirîn Aktirîst: Rozhan Hamajaza - Ji filma I Will Wait

8- Xelata baştirîn Wênegirî ji bo filma: Allegoria

9- Xelata Rêveberiya Festîvalê ji bo filma: The Pandemic

Rêveberiya Festîvala Kobanî ya Sînemyayê ya Navdewletî dibêje: “Em van her 9 xelatên xula Sêyemîn ya Festîvala Kobanî ya Sînemyayê ya Navdewletî li wergirên wan pîroz dikin, û ji bo filmên ku xelat wernegirtin, bextekî baştir hêvî dikin.

Di dawiyê de em spasiyeke mezin ji bo sponser û alîkar, mêvan û beşdar, medyakar û dezgehên ragihandinê, piştgir û şopînerên li ser Social Mediayê pêşkêş dikin, û heta xula Çaremîn ya sala 2023an ya Festîvala Kobanî ya Sînemyayê ya Navdewletî bimînin di nava xêr û xweşiyê de û li benda me bin.”

 

 

Top