• Thursday, 28 March 2024
logo

Qehremanê Kurd hate birîndar kirin

Gulan Media September 14, 2022 Corane
Qehremanê Kurd hate birîndar kirin

Ji aliyê çekdarên rejîma Îranê ve hatiye birîndarkirin.

Duhê çekdarên rejîma Îranê li sînorê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwanek Kolberên Kurd kirine û di encam de 3 Kolber birîndar bûn ku, yek ji wan qehremanê karateya tîma milî ya Îranê ye.

Navê wî qehremanê Kurd Hîwa Ezîznecate, nav hatî xelkê Baneye, qehremanê karateye û heta niha çend car di misabiqeyên tîma milî ya Îranê de xelatên mezin bidest aniye.

Ezîznecatê temen 19 sal bi mebesta amade kirina mesrefên beşdariya xwe di misabiqeyên karateyê yên ku, biryare li Tirkiyeyê di meha Cotmehê de werin lidarxistin, neçar bûye Kolberiyê bike û duhê ji aliyê çekdarên rejîmê ve hatiye birîndarkirin.

Top