• Friday, 29 March 2024
logo

Bi Klaşînkofan şerê hev kirin: 2 kuştî, 3 birîndar

Gulan Media September 12, 2022 Civakî
Bi Klaşînkofan şerê hev kirin: 2 kuştî, 3 birîndar

Li parêzgeha Osmaniye ya Tirkiyê di navbera du malbatan de şerê bi çekan derket û di encam de 2 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li Taxa Baş a bajarê Osmaniye ya Tirkiyê ji ber sedemeke nehat zanîn di navbera du malbatan de şer derket.

Li gor zanyariyan, her du malbatan bi çifte û Klaşînofê êrîşî hev kirin. Di şer de Ali Ugurlu li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Piştî agahdarbûna ji bûyerê, tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.

Her 4 birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo nexweşxaneyên cuda yên bajêr hatin veguhestin.

Ji birîndaran jina bi navê Hatun Canbolat jî, tevî midaxeleya li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Dermankirina her 3 birîndarên din li nexweşxaneyê berdewam e.

Hat ragihandin ku bo desteserkirina gumanbaran polîsan dest bi lêpirsînê kirine.

 

 

Rudaw

Top