• Friday, 19 April 2024
logo

Jinekê ji tirsa destdirêjiyê xwe avête xwarê

Gulan Media September 8, 2022 Civakî
Jinekê ji tirsa destdirêjiyê xwe avête xwarê

Jinekê li Rojhilatê Kurdistanê ji tirsa destdirêjiya seksî, xwe ji qata duyem a mala xwe avête xwarê û canê xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan a Hengaw ragihand, Şilêr Resûlî ya 36 salî roja şemiyê 3yê Îlona 2022yan, ji bo alîkariya hevjîna welatiyê bi navê G.Q ku goya hevjîna wî nexweş e, ji bo alîkariyê çûye mala wan.

Dema Şilêr Resûlî ketiye odeyê, dîtiye ku hevjîna G.Q li malê nîne û G.Q dixwaze destdirêjiyê lê bike. Şilêr Resûlî li ser vê yekê, xwe ji pencereya qata duyem a malê avêtiye xwarê.

Li gor nûçeya rêxistina Hengaw, tohmetbar G.Q heman roj ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Şilêr Resûlî dayîka du zarokan û nişteciya Merîwanê bû û hevjînê wê jî li Herêma Kurdistanê kar dike.

 

K24

Top