• Thursday, 18 April 2024
logo

Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê li Awistûryayê bû endamê şaredariyê

Gulan Media August 13, 2022 Corane
Ciwanekî Rojavayê Kurdistanê li Awistûryayê bû endamê şaredariyê

Nûciwanekî Rojavayê Kurdistanê piştî ku koçberî Ewropa bû ji 2015an ve li Awustûryayê dimîne û di demeke kurt de karibû têkliyên xwe bi civaka Nemsayê re xurt bike û danûstandinên wî bi derdora xwe û civakê re çalak bibe. Ciwanê Kurd piştî ku xwendina xwe ya amadeyî bidawî dike, ji aliyê şaredariya bajêr ve weke karmend tê erkdarkirin û dê li gel karê xwe xwendina xwe jî berdewam bike.

Dilawer Azad ciwanekî 16 salî ji bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ye, ji 2015an ve li bajarokê Feldkirchen ê Awistûryayê dijî. Di warê civakî de gelekî çalak e û têkiliyeke wî ya zêde li gel civaka Awustûryayê heye, piştî ku xwnedina xwe ya amadeyî bi dawî kir, ew ji aliyê şaredariya wî bajarokî ve wek karmendê şaredariyê hat hilbijartin. Bi vî awayî dibe yek ji nimûneyên serkeftî yên tevlîbûna penaberên Kurd dinava civaka Awistûryayê de.

Ciwan ji Rojavayê Kurdistanê Dilawer Azad got “Min karibû xwendike bilindtir bikim lê kafê min diha ku ez xwendinek û karekî bikim ku nêzîk xelkê û civakê be. Ev karê min ê nû nêzikî xelkê û civakê ye. her tim min didît diya min û bavê min alîkariya xelkê dikirin û kêfa wan tê ku alîkariyê bikin. Ji ber wê yekê kêfa min jî tê di karê xwe de wek dê û bavê xwe karibim alîkariya xelkê bikim.”

Dilawer dê him di şaredariyê de kar bike wek karmend û him jî li wir bo dema sê salan xwendina xwe berdwam bike di vî warî de, daku bibe karmendekî şareza û serkeftî.

Şaredarê Feldkirchenê David Allerstorfer anî ziman "Ev ji bo min rojeke xweş e, min ev malbat di sala 2015 de nas kir, min Dilawer nas kir, îro hate ofîsa min û grêbesta kar îmze kir, wê Dilawer êdî li vir kar bike û em bi hatina wî kêfxweş in."

Armanca Dilawer ewe ku bibe kesekî aktîv di civaka Nemsayê de, herwiha daxwazê ji hemû penaberên Kurd ên li Ewropayê dike ezmûnê werbigrin û xizmeta welatên ku lê dijîn bikin, daku rojekê bikaribin vegerin welatê xwe û li wir jî xizmet bikin.

 

Rudaw

Top