• Friday, 19 April 2024
logo

150 malbetên DIŞIê bo Îraqê hatin vegerandin

Gulan Media August 13, 2022 Nûçe
150 malbetên DIŞIê bo Îraqê hatin vegerandin

Ji kempa Hol hatine vegerandin.

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojava û Bakûrê Sûriyeyê, piştî hevdîtin û danûstandinên 15 rojî, karwaneke din ji endamên DIŞIê û kesûkarên wan ji Rojavayê bo Îraqê hatine veguhastin.

SOHR ( navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûrî) ragihand ku, di çarçoveya hewldanên Îraqê û aliyên têkildar yên îdareya xweser de, duhê karwaneke din ya 150 malbetî ya endamên DIŞIê û kesûkarên wan ji kempa Hol bo Îraqê hatine veguhastin.

SOHR herwiha diyar kiriye ku hijmara wan kesan 620 kes bûye.

Top