• Thursday, 28 March 2024
logo

FBI li mala Trump dest danî ser "belgenameyên hestyar"

Gulan Media August 13, 2022 Nûçe
FBI li mala Trump dest danî ser

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ragihand, “belgenameyên hestyar” di mala Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump de hatine dîtin û dest bi ser wan de hatiye girtin.

FBI Donald Trump bi binpêkirina yasaya rûbirûbûna sîxûriyê tohmetbar dike û dibêje, belgenameyên berevaniyê yên hestyar di mala wî de hatine dîtin.

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) eşkere kir, li mala Trump dest danîne ser 33 sindoqan, ku belgenameyên gelek nepenî tê de bûn.

Çend roj berê polîsên FBI çûbûn mala Donald Trump a li eyaleta Florida û Trump gotibû, êrîş bi ser mala wî de hatiye kirin û hatiye dorpêçkirin û ji aliyê endamên FBI ve hatiye dagirkirin.

 

K24

Top