• Friday, 29 March 2024
logo

Tirkiye amadekarî bo firotina opozîsyona Sûrî dike

Gulan Media August 13, 2022 Nûçe
Tirkiye amadekarî bo firotina opozîsyona Sûrî dike

Li dijî Tirkiyeyê xwepîşandanên gelek mezin hatin kirin.

Piştî ku roja pêncşemê wezîrê derve yê Tirkiyeyê gotibû ku, li gel wezîrê derve yê Sûriyeyê civîneke kurt lidar xistiye û behsa lihev anîna opozîsyon û rejîmê kirine, li bajarên Bakûrê Sûriyeyê, Efrîn, Ezaz, Idlib, Cerablus û çend cîhên din li dijî Tirkiyeyê xwepîşandanên girseyî hatin kirin.

Xelkê bi diroşmeyên ne bo Esed û ne bo Tirkiye, avêtin ser navendên leşkerî yên Tirkiyeyê û alaya Tirkiyeyê şewitandin û opozîsyona Sûrî jî bi vê yekê hesiyaye ku Tirkiye amadekarî bo firotina opozîsyona Sûrî dike lewre opozîsyon jî hewlesta xwe li hember Tirkiyeyê guhertiye.

Hate zanîn dema artêşa Tirkiyeyê dixwest ji Efrînê hêz bişîne Ezazê bo pêşî girtin ji xwepîşandanan, Xwepîşander avêtin ser vê hêzên û rê nedan derbasî bajarê Ezazê bibe.

Top