• Thursday, 28 March 2024
logo

Alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Gulan Media August 13, 2022 Nûçe
Alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê jî dest bi çalakiya rûniştinê kirin

Alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê ku Îran piştgirîya wê dike, piştî alîgirên Tevgera Sedr li Bexda ya Iraqê li ber herêma Kesk dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Alîgirên Çarçoveya Hevahengiyê li ber Herêma Kesk kom bûn û li dijî çalakiya rûniştinê ya alîgirên Tevgera Sedr Muqteda Sedr, bi hinceta “parastina destûr û nîzamê” xwepêşandanek li dar xistin. Piştî xwepêşandanê Çarçoveya Hevahengiyê daxuyanek da ku li Cadiriyeyê dest bi çalakiya rûniştinê ya bêdem û dorveger kirine.

Peyamnêrê Rûdawê li Bexdayê ragihand ku Çarçoveya Hevahengiyê li Cadiriye ya Bexdayê çalakiya rûniştinê ya bêdem ragihand. Her wiha Çarçoveya Hevahengiyê ji partiyên Kurdistanî xwest ku li ser berbijêrê serokomariyê biryarê bidin.

Di daxuyaniya Çarçoveya Hevahengiyê de hat gotin, “Em bang li partiyên siyasî yên Kurd dikin ku bi lez berbijêrê serokomariyê diyar bikin û berbijêrê fraksiyona herî mezin ji bo serokwezîrtiyê destnîşan bikin.”

Roja Înê piştî nimêjê Tevgera Sedr, Çarçoveya Hevahengiyê û rêxistinên sivîl 3 xwepêşandanên cuda li Bexdayê saz kirin.

Alîgirên Sedr ev nêzî du hefteyan e li Herêma Kesk çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Rêberê olî û siyasî yê Şîa Sedr di 3ê Tebaxê de bi daxuyaniyekê banga hilweşandina parlamentoyê û lidarxistina hilbijartinên pêşwext kir.

Sadr ev bangawazî careke din dubare kir, vê carê jî xwest dadgeh mudaxele bike û parlamentoyê hilweşîne. Sedr bang li alîgirên xwe jî kir û xwest ku piştî temamkirin û îmzekirina formên daxwazên ku ji bo hilweşandina parlementoyê, radestî dadgehê kirin.

Li aliyê din Serokwezîrê berê û yek ji serokên Çarçoveya Hevahengiyê Nûrî Malikî li hember daxwaza Sedr diyar kir, ne hilbijartinên pêşwext, ne guhertina rejîm û ne jî destûr dê were guhertin û biryara van tenê di parlamentoyê de ye. Parlamento ji ber çalakiya rûniştinê ya alîgirên Sedr nikare bicive.

 

Rudaw

Top