• Friday, 29 March 2024
logo

Kujerê bav û keçekê li Duhokê hat desteserkirin

Gulan Media August 12, 2022 Civakî
Kujerê bav û keçekê li Duhokê hat desteserkirin

Kujerê Farûq Mîrza li bajarê Duhokê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin, li gor zanyariyên Kurdistan24ê, navê kujer B.D.S ye û di lêpirsînên destpêkê de li xwe mikur hatiye ku Axînka keça Farûq Mîrza jî kuştiye.

Berdevkê Polîsê Duhokê ji K24ê re ragihand, di lêpirsînên destpêkê de kujer li xwe mikur hatiye ku keça şeş salî ya Farûq Mîrza ya bi navê Axînk kuştiye.

Li gor zanyariyên Peyamnêrê K24ê yê li Zaxo, kujer beriya niha jî tawana kuştinê encam daye û piştî 3 salan ji zindanîkirinê, hatiye berdan.

Herwiha di sala 2021ê de kujer bi tohmeta revandina du keçên zarok ên penaberên Rojavayê Kurdistanê hatiye desteserkirin.

Roja pêncşema borî 4ê meha Tebaxê, Farûq Mîrza û keça wî Axînk ji aliyê hevalê xwe ve hatibû vexwendin û li baxê hevalê xwe hatibû kuştin, piştî sê rojan, termê Farûq li heman cih hat dîtin.

 

K24

Top