• Saturday, 20 April 2024
logo

Holanda alîkariya xwe bo hêzên Pêşmerge didomîne

Gulan Media August 12, 2022 Nûçe
Holanda alîkariya xwe bo hêzên Pêşmerge didomîne

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û şandeke serbazî û siyasî ya Holandayê, derbarê proseya çaksazî û damezrandina du firqeyan bo Wezareta Pêşmerge de, gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Serokerkan Îsa Uzêr ligel Şêwirmendê Serbazî yê Holanda yê li Herêma Kurdistanê û Şêwirmendê Siyasî yê li Konsulxaneya Holandayê ya li Hewlêrê, li ser çawaniya birêveçûna proseya çaksaziyê ya li rêzên hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê û rola şêwirmendên Holandayê, civiyan.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Îsa Uzêr spasiya erk û karên şêwirmendên Holandayê kir, ku bi awayekî berdewam ligel efserên Pêşmerge, ji bo baştir birêveçûna projeyên çaksaziyê, li ser xetê bûn.

Herwiha Serokerkan diyar kir, ji aliyê fermandariyê ve, kontrolkirin û damezrandina du firqeyên serbazî ji bo hêzên Pêşmerge, şêwirmendên hevpeymanan rola wan heye.

Di civînê de behsa serdana şanda Wezareta Pêşmerge bo welatên Brîtanya û Amerîkayê hat kirin, civîn û hevdîtinên şanda wezaretê ligel fermandarên serbazî yên herdu welatan hatin gotûbêjkirin û bi girîng hatin dîtin.

Herwiha rola Brîtanya, Amerîka û Holandayê di alîkarîkirina hêzên Pêşmerge de bilind hat nirxandin.

 

Basnews

Top