Li parkeke Silêmanîyê gondolek ket; birîndar hene
Pêncşemê ji ber ketina gondoleke li Parka Derwaze ya li Qeladizê ya ser bi Silêmanî ya Herêma Kurdistanê çend zarok û ciwan birîndar bûn. Rêveberê Tendirustiyê ya Raperînê ji Rûdawê re ragihand, “14 zarok birîndar bûne ku hemû hatine dermankirin û şandine malên wan.”
Bûyer li Parka Derwaze ya li destpêka Qeladizê qewimî. Rêveberê Tendirustiyê ya Raperînê Diyar Îbrahîm ji Rûdawê re got, “14 zarok birîndar bûne, hemû hatine dermankirin û hatine şandin bo malê. Tenê hestiyên du zarokan şikiyane û di bin çavdêriyê de ne.”
Rêveberê Lîstikên Aro ku kompanyaya ew gondol daniye Şaxewan Necat jî got, “Ne diyar e çima gondol ket lê kamerayên çavdêriyê hene, em dê li kamerayan binêrin û sedemê bibînin.”
Polîsê Silêmaniyê jî di daxuyaniyekê de got, “Piştî ku hejmarek welatiyên ku piraniya wan zarok in li Parka Derwaze ya Qeladizê li gondolê siwar bûn, gondol kete xwarê û di encamê de 11 kes birîndar bûn.”
Polîsê Silêmaniyê diyar kir ku hemû birîndar mêr in, rewşa wan a tenduristiyê baş e û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Rudaw