• Friday, 29 March 2024
logo

Peyama Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Ebûbekir Caf

Gulan Media August 12, 2022 Nûçe
Peyama Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Ebûbekir Caf

Serok Mesûd Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbat û hevalên nivîskarê koçkirî Ebûbekir Caf kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de diyar kir: “Min bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîr Ebûbekir Caf bihîst. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê rehmetî bi bihişta xwe ya berîn şad bike.”

Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Min bi xemgîniyeke mezin ve nûçeya koça dawî ya nivîskar û rewşenbîr Ebûbekir Caf bihîst. Ez sersaxiyê li malbata cenabê wî û heval û hogirên rehmetî Ebûbekir Caf û rewşenbîr û nivîskarên Kurdistanê dikim, ez xwe hevbeşê xemgîniya wan dizanim.

Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim, ruhê rehmetî bi bihişta xwe ya berîn şad bike û sebr û aramî bide her kesî.

Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn (Em ji Xweda hatin û em ê dîsa vegerin cem wî)

Mesûd Barzanî

11ê Tebaxa 2022yan

 

Basnews

Top