• Thursday, 28 March 2024
logo

Li gundekî din ê Sêrtê ji bin erdê dengên ecêb û xerîb tên bihîstin

Gulan Media August 12, 2022 Corane
Li gundekî din ê Sêrtê ji bin erdê dengên ecêb û xerîb tên bihîstin

Gundê Boşî ya li parêzgeha Sêrt a Bakurê Kurdistanê berî çend rojan xelkê gund bi îdiaya ku ji bin erdê dengên ecêb û xerîb tên bihîstin serî li Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) dabûn û daxwaz kiribûn ku li gund dest bi lêkolînan bikin. Di demekê de ku lêkolînên li ser wî gundî berdewam in niha xelkê gundê Nepîle yê girêdayî navçeya Tiloyê jî ku 3 kîlomtre û nîvan ji wî gundî dûr e  bi heman sedemê serî li AFADê dane.

Rêveberê AFADê yê Sêrtê Cahît Akkuyun got, “Em çûn gundê Boşî û me li qadê keşf û lêkolîn kirin. Niha lêkolîn li navendê berdewam dikin. Muxtarê gundê Nepîle jî hat û bi nivîskî serî li saziya me da. Em dê demek nêzde li wî gundî jî lêkolînan bidin destpêkirin.”

Ev deng di nav niştecihiyên  herdû gundan de  bûye sedema tirs û xofeke mezin. Bi gotina gundiyan deng bi piranî bi şev tê bîhîstin. Vê yekê jî xewa  şevan li wan heramkiriye û ditirsin bi şev di malên xwe de bimînin.


Muxtarê Gundê Nepîle Halit Aygun anî ziman, “Bi şev demjimêr 11.25ê min xwe dirêj kiribû, ez ranezabûm. Lerizînek derdora 3 heta 4 çirkeyan çêbû. Te digot qey kolonên gund hilweşiyan û xanî ket xwarê. Min wiha hestpêkir û hemû gundiyan jî hestpêkiriye. ”

Xelkê Gundê Nepîle Umayittin Aygun got, “Em li balkonê bûn demjimêr derdora 11.30ê bû. Dema me sihbet dikir dengek gelek bi tirs hat. Me nizanî ka çi ye. Bi hatina deng te digot qey tiştek di bin lingê me re derbas bû.”

Heta niha sedama dengê ku gundî behs dikin nayê zanîn, rewşê bandor li ser zarokên gund jî kiriye.

Zarok Elanûr Aygun anî ziman, “Bi şev malbata min razabû, min hinek deng bihîstin. Ez bi telefonê dîlîstim û ketim erdê. Min gazî diya xwe kir. Diya min got erdhej çêbû û em derketin derve herkes li derve bû. Ez nizanim çi deng bû.”

Wêne: AA
Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) a Sêrtê bi hejmareke endezyarên erdî li gundê Boşî ev derdora 2 heftiyane e dest bi lêkolînan kirine daku sedema vî dengî bizanin û biryar e piştî lêkolînan raporeke berfireh derbarê mijarê de bê belavkirin.

Xelkê her du gundan jî li bendê ne ku demildest encamekê  ji lêkolînan bidest bixin da ku li gor wê tedbîrên xwe bistînin û bi şevan bi rehetî di malên xwe de birazin.

 

Rudaw

Top