• Friday, 29 March 2024
logo

Li bakurê rojavayê Sûriyê li dijî gotinên Çavuşoglu xwepêşandan tên kirin

Gulan Media August 12, 2022 Nûçe
Li bakurê rojavayê Sûriyê li dijî gotinên Çavuşoglu xwepêşandan tên kirin

Li hemû navçeyên bakurê rojavayê Sûriyê ku di bin desthilata grûpên neyarên Şamê û hevpeymanên Tirkiyê de ne, li dijî gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu xwepêşandan dest pê kirin.

Xwepêşanderên ser bi grûpên li dijî Şamê, ala Tirkiyê dadixin û li dijî Enqerê ku hevpeymana wan a çend salan e, dirûşman dibêjin.

Xwepêşandanan li bajarên Efrîn, Idlib, Ezaz, El Bab, Girê Spî û Serê Kaniyê dest pê kirine.

Çalakvanên bakurê rojavayê Sûriyê daxwaz dikin ku îro xwepêşandan berfirehtir bibin û di destpêka nimêja înê de xelk derkevin kolanan û li dijî Tirkiyê nerazîbûna xwe nîşan bidin.

Xwepêşanderan şeva borî hemû wan dirûşmên ku li ser biratî û dostaniya Tirkiye û grûpên ser bi wê ve li ser dîwaran nivîsandibûn, xêz kirin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû ku di civînekê de li Belgrada paytexta Sirbîstanê, li ser piyan bi Wezîrê Derve yê Sûriyê re hevdînek pêk aniye û ji wî re gotiye ku divê aştiyek di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê û rejîmê de pêk were.

Çavuşoglu gotibû: “Em her dem dibêjin di navbera aliyên opozîsyona Sûriyê û rejîmê de pêdivî bi aştiyekê heye û em ê weke Tirkiye her cûre piştevaniyekê bidin vê pêngavê.”

Herwiha diyar kiribû: “Ev demek e Putin û rayedarên Rûs dibêjin em we ligel rejîmê bînin ba hev. Xwestin ku civînek di navbera Esed û Serokomarê me de pêk bê. Serokomarê me jî gotibû dê hevdîtinên îstixbaretên me bi sûd bin. Weke hûn dizanin di demên borî de jî hinek caran îstixbaratên me hevdîtin pêk anîbûn. Piştre qûtbûnek çêbû û niha careke din destpêkirin."

Mevlut Çavuşoglu gotibû: "Di  hevdîtinên asta îstixbaratan de gelek mijar tên rojevê. Min di civîna li Belgradê li ser piyan dema ligel wezîrên din diaxivîm  berî xwarinê  hevdîtinek kurt ligel Wezîrê Derve yê Sûriyê pêk anî.  Di encamê de li wir me got take rêya çareseriya  vî welatî lihevkirina siyasî û paqijkirina terorîstan e; kî be bila ew be, nav ferq nake.”

 

K24

Top