• Thursday, 25 April 2024
logo

Li Colemêrgê şer: 6 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan

Gulan Media August 12, 2022 Nûçe
Li Colemêrgê şer: 6 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan

Hejmara gerîlayên PKKê ku di şerê li bejahiya gundikê Anitos ê Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dane, bo 6 kesan bilind bû.

Duh li bejahiya gundikê Anitos (Yoncali) ya li gundê Marinus (Kavakli) ya Colemêrgê di navbera baskê leşkerî yê PKK'ê HPG'ê û artêşa Tirkiyê de şer derketibû û hatibû ragihandin, ku di şer û pevçûnan de 4 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane.

Her li gor wan zanyariyan, termên 4 gerîlayên HPG'ê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Derbarê şerê li Colemêrgê de, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser Twîtterê daxuyaniyek da û diyar kir ku hejmara endamên PKK'ê yên jiyana xwe ji dest dane, bo 6 kesan zêde bûye.

Heta niha di derbarê mijarê de ji aliyê Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye ti daxuyaniyek nehatiye belavkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê roja 4ê Tebaxê ragihandibû, ku li bejahiya gundên Wargenima û Kêlban ên navçeya Geverê ya Colemêrgê bi beşdariya 4 tabûran operasyoneke leşkerî li dijî PKKê hatiye destpêkirin.

Medyaya nêzîkî PKKê ragihandiye, Hate diyarkirin ku li herêmên Çiyayê Beranan, Çiyayê Bûsindî, Melûnan û Swarê Beriya operasyonên leşkerî dewam dikin.

 

 

Rudaw

Top