• Wednesday, 24 April 2024
logo

FBI bi ser mala Trump de girt

Gulan Media August 9, 2022 Nûçe
FBI bi ser mala Trump de girt

Buroya Lêkolînê ya Federal (FBI) bi ser mala serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump a li Floridayê de girt û tê de lêgerîn kir.

Buroya Lêpirsînê ya Federal FBI li havîngeha Mar-a-Lago ya serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump lêgerîn kir.

Trump lêgerîna ji aliyê FBIyê ve piştrast kir û bi vî rengî bertek nîşan da “Mala min a bedew a li Palm Beach, Florida, Mar-A-Lago, niha ji aliyê komek mezin a ajanên FBI ve hatiye dagirkirin û dorpêç kirin. Berê tiştekî wiha nehatiye serê serokekî Amerîkayê.”

CNN ragihandiye ku Trump di dema serdegirtina FBI de li Trump Tower a New Yorkê bûye.

“Ev serdegirtin ne pêwîst û guncaw e”

Trump îdia dike ku ajanên FBI li mala wî kasayek şikandine û wiha berdewam kir “Ev serdegirtina neragihandî li ser mala min piştî kar û hevkariya bi dezgehên pêwendîdar ên hikûmetê re ne pêwîst û ne guncaw e.”

Associated Press, li ser zarê kesên ku di derbarê mijarê de haydar in, diyar kir ku lêpirsîna FBI bi vekolînekê ve girêdayî ye ka gelo Trump di dema wezîfeya xwe ya li Qesra Spî de tomarên nepenî ji mala xwe ya Floridayê derxistine an na.

Hat ragihandin ku Wezareta Dadê ya Amerîkayê li ser hebûna tomarên nepenî yên ku di hundurê 15 qutiyên belgeyên ku ji Mar-A-Lago ve ji aliyê Rêvebiriya Arşîv û Tomarên Neteweyî ve di destpêka vê salê de hatine derxistin vekolîn dike.

 

Rudaw

Top