• Thursday, 18 April 2024
logo

Pervîn Çakar dê li Hewlêrê konserekê bide

Pervîn Çakar dê li Hewlêrê konserekê bide

Mala Mûzîkê ya Zehawî dê li ser Keleha Hewlêrê roja Pêncşema 25ê Tebaxa 2022an di demjimêr 20:00an de konserekê ji bo Soprano ya navdar a ji Bakurê Kurdistanê Pervîn Çakar saz bike.

Di konsera Soprano Pervîn Çakar de dê piyanîst Melîs Erturk jî beşdar bibe.

Hejar Zehawî di sala 2021an de bi beşdariya hunermendên her çar parçeyên Kurdistanê Mala Muzîkê ya Zehawî ragihand.

Mala Muzîkê ya Zehawî ji bo ciwanên Hewlêrê û muzîkhezan û ji bo nasandina hunera parçeyên din ên Kurdistanê û cîhanê, konser û master kursan saz dike.

Roja 20ê Hezîrana 2019an, Hejar Zehawî li Keleha Hewlêrê bi beşdariya hejmarek hunermendên cîhanî konsereke bi navê Bajarên Nêrgizî bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê li dar xist û konser hewlek bû ku kelehê bi cîhanê bide naskirin.

Pervîn Çakar kî ye?

Soprano Pervîn Çakar li navçeya Dêrik a Mêrdînê ji dayik bû. Wê di sala 1995an de li Dibistana Hunerên Ciwan a Anadoluyê ya Amedê dest bi perwerdeya muzîkê kir, di sala 2003an de beşa Stranên Perwerdehiya Muzîkê ya Zankoya Gaziyê qedand. Wê ji Oylun Erdayî dersên taybet ên stranbêjiyê wergirt. Ji bo xwendina li Accademia D'arte Lirica û paşê jî li Perugia Accademia Musicale Umbria çû Îtalyayê. Di vê navberê de, wê dersên stranbêjiyê ji William Matteuzzi, Carmen Gonzalez, Sergio Bertocchi wergirtin. Di sala 2007an de ji Konservatuara Perugia F. Morlacchi bawernameya Bachelor bi pileya bilind qedand û li heman konservatuarê mastera xwe bi pileya herî bilind a konservatuarê qedand.

Soprano Pervîn Çakar beşdarî masterclassên stranbêjên operayê yên navdar ên cîhanê bû ku di nav wan de hunermendên wek; Luciana Serra, Montserrat Caballé, Mietta Sighele, Veriano Lucchetti, Tiziana Fabbricini, Salvatore Fisichella, Edda Moser û Lella Cuberli hebûn. Pervîn Çakar di sala 2004an de li Festîvala Muzîkê ya Navneteweyî ya Eskîşehîrê û li Opera û Baleya Dewletê ya Enqereyê di sala 2004an de dest bi kariyera xwe ya sahneyê kir û li Îtalya û welatên Ewropayê berdewam kir. Ew beşdarî konser û operayên li Milan Teatro Rosetum, Teatro Politeama Greco di Lecce, Teatro Comunale di Bologna, Venice Teatro La Fenice, Teatro Verdi di Trieste, Theater An Der Wien, Milan Teatro Alla Scala û gelek sahneyên din bû. Wê di pêşbirkên navneteweyî de, nemaze di warê dengê herî baş ên jinan de gelek xelat wergirtin. Wê xebat li ser, ji nû ve şîrovekirina mûzîka Kurdî ya bi awayê Muzîka Rojavayî jî kiriye.

 

Rudaw

Top