• Thursday, 28 March 2024
logo

Ocalan Aram Tîgran dê qet ji ber guhê me neçe!”

Ocalan Aram Tîgran dê qet ji ber guhê me neçe!”

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê li HDPê Omer Ocalan bi boneya salvegera koça dawî ya Aram Tîgran peyamek belav kir û tê de got ku “Dengê tembûra mamosteyê mezin Aram Tîgran dê qet ji ber guhê me neçe!”

Hunermdê bi esil ermenî Aramê Tîgran, ku bi Kurdî stran gotin û li cem Kurdan dihate hezkirin berî 13 salan rojeke weke îro ji nav me bar kir.

Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê li HDPê Omer Ocalan di yemana xwe ya bi boneya salvegera koça dawî ya Aram Tîgran de dibêje: “Hunermendê Ermen, hostayê mezin ê muzîka Kurdî, dildarê ziman û çanda Kurdî, mamoste û apê Kurdan Aram Tîgran 13 sal berê ji nav me bar kir. Aram Tîgran hem di jiyana xwe de hem jî piştî koça xwe ya dawî, bi muzîk û huner û sekna xwe di dilê gelê Kurd de şexsiyetekî giranbuha bû.”

Omer Ocalan dide zanîn: “Malbata Aram Tîgran di sala 1915'an de piştî Qirkirina Ermeniyan koçî Qamişloyê kir û Tîgran di sala 1934'an de li Qamişloyê ji dayik bû. Wî hê di 9 saliya xwe de dest bi çalakiyên hunerê kir û di nav qirkirin, şer û pevçûnê de û li gel hemû êş û azaran hunera xwe îcra kir.”  

Ocalan diyar kir ku Aram Tîgran di zimanê Kurdî, Ermenkî, Erebî, Suryanî, Rûmî û gelek zimanan de bi berhemên qedirbilind di dilê gelan de cihekî mezin û taybet girt û got: “Hunera xwe, deng û awaza xwe, tembûra xwe ji bo aştî û biratiya gelan bi kar anî. Muzîk û hunera wî ji bo gelên Rojhilata Navîn bû wek manîfestoyeke aştiyê û pirek di navbera gelan de ava kir. Wî digot ku ger ez careke din bêm dinê, çiqas tang, tifing, çek û sîleh hebin ez ê wan bihelînim û bikim tembûr, cimbiş û zirne.”

Di beşeke din a peyam xwe de Ocalan bi bîr dixe k u Tîgran piraniya emrê xwe li ber muzîka Kurdî de borand û dibêje: “Li hember zext û zorên li ser gelê Kurd, înkar û bişaftina li ser zimanê Kurdî sekna xwe ya polîtîk bi stranên xwe nîşan da. Bi gotinên xwe yên "bi xeml û rewş e, şîrîn û xweş e, zimanê Kurdî"  bi awayekî pir sade û şêrîn li dijî siyaseta çandkujî û zimankujiyê û polîtîkayên bişaftinê li ber xwe da û di dilê Kurdan de cihê xwe yê yekane girt. Li dijî şer, helwesta wî ya aştîxwaz û banga wî ya ji bo pêkanîna yekîtiya gelê Kurd xwedî wateyeke giring e. 

Ocalan tekez dike ku Aram Tîgran di hişûbîra gelê Kurd de cihekî taybet girtiye û wiha pê de diçe: “Ji ber vê jî, ew her tim ji aliyê zihniyeta ku dijminahiya gelê Kurd dike rastî êrişan hatiye. Qeyûmên ku îradeya gelê Kurd desteser kirin, êrişî mîrateya Aram Tîgran jî kirin; konserwatuara ku bi ser navê wî hatibû avakirin ji aliyê wan ve di sala 2016'an de hat girtin. Her wiha wesiyeta wî ya ku li Amedê bê definkirin ji ber nêrîn û zihniyeta desthilatdaran a li dijî hişûbîra gelê Kurd hate astengkirin. Tîgran li Brukselê tevî kulmek axa welatê xwe hate definkirin.”

Di dawiya peyama xwe de Cîgirê Hevserokê Giştî û Berpirsê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê li HDPê Omer Ocalan tîne ziman: “Aram Tîgran bi stranên xwe, bi dengê tembûra xwe, bi dengê xwe yê bi aram her dem di dil, hiş û bîra me de ye û awazên wî her tim li ber guhê me deng vedide. Em Aram Tîgranê hêja di 13'emîn salvegera koça wî ya dawî de bi rêzdarî, bi rehmet û bi minet bi bîr tînin. Ruhê wî şad, dengê wî li dine her û her bimîne.” 

Rudaw

Top