• Friday, 19 April 2024
logo

Li Kerkûkê fermaberek bi kêrê hat kuştin

Li Kerkûkê fermaberek bi kêrê hat kuştin

Li bajarê Kerkûkê fermaberekî şaredariyê bi kêrê hate kuştin û termê wî ji bo lêkolînê ji bijîşkê dadî gehandin nexwaşxaneya Azadî ya Kerkûkê.

Li gor zanyariyên BasNewsê derengê şeva borî, li Kerkûkê fermanberekî beşa nehiştina zêdegaviyê li şaredariya Kerkûkê yê bi navê Ehmed Muhsîn bi kêrê hate kuştin û piştre termê wî gehandin nexwaşxaneya Azadî ya Kerkûkê.

Hat zanîn ew kesên ku termê wî anîne nexwaşxaneyê hatine girtin, ji bo zanîna sedemê kuştina wî kesî, lê hîn nehate zanîn ka sedemê kuştina wî çiye.

Ji bo wergirtina zanyariyên zêdetir BasNewsê hewlda pêwendî bi berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî Şiwanî re pêkbîne, lê pêwendiya wî ya telefonî berdest nebû.

 

Basnews

Top