• Friday, 29 March 2024
logo

Gola Wanê weke qadeke parastinê hat ragihandin

Gulan Media August 5, 2022 Corane
Gola Wanê weke qadeke parastinê hat ragihandin

 Hişkesalî û kêmiya baranê, bandoreke xerab li Gola Wanê ya Bakurê Kurdistanê kiriye û roj bi roj asta ava wê kêm dibe û hinekî din ji beravên wê vedikişe. Ji bo parastina Gola Wanê û nehîştina metirsiyan li ser golê, biryarek di Rojnameya Fermî ya Tirkiyê de belav bû ku dibêje, derdora Gola Wanê ketiye bin parastinê. Derdora Gola Wanê 3 hezar û  713 kîlometreyên çargoşe ye û li seranserî cîhanê mezintirîn gol e ku ava wê bi soda ye.

Gola Wanê ya li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi xweşîkî û mezinahiya xwe ji aliyê xelkê wê ve weke Derya tê dîtin. Niha ji ber guherîna keşûhewayê, hilmbûna zêde û kêmbûna baranan zêdetir  zengên metirsiya hişkbûnê bo vê mezintirîn gola li ser asta Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê lê didin.

Roj bi roj av hinekî din ji peravên wê vedikişe û asta ava wê kêm dibe. Ev di demekê de ye niştecihbûna li dewrûberên Gola Wanê û pîskirina wê jî bi sedemên cuda zêde dibe. Li ser berdewambûna van metirsiyan Gola Wanê di çarçoveya biryareke di Rojnameya Fermî de derçûye wek “Qadeke Bikaranîna Bi Kontrol û Parastina Xwezayî” hatiye ragihandin.

Li gor biryarê dê cihên niştecihbûnê yên derdora Gola Wanê bên kontrolkirin, projeyên avakirina xaniyan dê piştî nirxandina rêveberiya parêzgehê ya Guherîna Keşûhewayê, Bajarvanî û Jîngehê ve bên cibîcîkirin. Avên çem û robarên ku tevlî ava golê dibin dê bên paqijkirin û bi vê yekê dê rê li ber pîskirina golê bê girtin. Her wiha dê hewl bê dayîn ku parzûngehên avê yên li hemû  navçeyên niştecihbûnê yên derdora Gola Wanê bi temamî kar bikin. Her wiha dê bo ew cihên golê yên av jê vekişiyayî jî bernameyên cuda bên amadekirin û şaredariyên li navçeyên derdora golê jî berdewam kontrolan pêk bînin.

Wêne: AA
Pispor û şarezayên erdnîgariyê yên parêzgehê pêşwaziyê li vê projeya parastina gola Wanê dikin û dibêjin di demekê de ku di salên dawî de bi zêdebûna pileyên germê daxwaza li ser golê zêde dibe  ev biryareke di cih de ye.

Mamosteyê Beşa Erdnîgariyê yê Zanîngeha Wanê Prof. Dr. Faruk Alaeddinoglu anî ziman, “Berê xelkê gelek peywendî bi golê re nebû û gelek sînordar bû, yekeyên niştecihbûnê li peravan kêm bûn lê di van salên dawî de bi awayek bê control tên çêkirin. Ji ber wê jî jib o rêgertina li ber encamên nerênî yên li vê bicihbûna bê kontrol ragihandina wê weke qadeke xwezayî ya parastinê gelek watedar e.”

Peravên Gola Wanê ligel parêzgeha Bedlîsê jî hene. Ev biryar di nav jîngehdost û xelkê navçeya Tetwanê ya wê parêzgehê de jî bûye cihê kêfxweşiyê. Wan piştî biryarê li perevên golê şemalên xwe hilkirin û tevî ku bi şev jî ketin golê û ev yek pîroz kirin.

Serokê Komaleya Aktîvîstên Gola Wanê Erdogan Ozel got, ”Gola Wanê weke qadeke parastinê hat ragihandin û statûyek bidesxist. Ez bi hêvî me ku dê ji niha şûnde bi paqijî û şîn bigihije cîlên nû, zatok û neviyên me.”

Derdora Gola Wanê 3 hezar û 713 kîlometre çargoşe ye û li seranserî cîhanê mezintirîn gol e ku ava wê bi soda ye. Di golê de tenê yek cor masiyê bi corê kefal dijî û her wiha qada jiyanê ya zêdeyî 200 cor teyr û tilûran e. Tê çaverêkirin ku bi vê projeya nû qada jiyana wan jî zêdetir bê parastin.

 

Rudaw

Top